1. HABERLER

  2. GÜNCEL

  3. Dibe ku baregeha Incirlikê veguhezin Gîrîtê
Dibe ku baregeha Incirlikê veguhezin Gîrîtê

Dibe ku baregeha Incirlikê veguhezin Gîrîtê

Çavkaniyekî ji Wezareta Parastin ê Yûnanîstanê ragihand ku îhtîmala veguhestina hêzên NATOyê û Amerîkayê ji Incirlikê bo baregeha li Gîrîtê tê nirxandin û bi vê yekî re eleqeder dibin, lewre ev yek Tirkiyeyê lawaztir dike.

A+A-

Çavkaniyekî ji Wezareta Parastin ê Yûnanîstanê ji Sputnikê re axivî û diyar kir ku mijara veguhestina hêzên NATOyê û Amerîkayê ji Baregeha Incirlikê bo baregeha li Gîrîtê mijarekê tevlîhev e û got: "Em bi veguhestina Încirlikê eleqeder dibin; lewre ev yek Tirkiyeyê lawaztir dike."

Çavkaniyê eşkere kir ku dibe balafirên şer ên Amerîkayê bo Girava Kerpeyê werin veguhestin.

Ji aliyê din ve çavkaniyên destnîşan kir ku dirêjkirina bo 10 salan ya peymana di derbarê beregeha Amerîkayê ya li Gîrîtî, guncaw e: "Em difikirin ku peyman li şûna salekî 10 sal bê dirêjkirin veberhênan tîne." (sputnik)

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.