1. HABERLER

  2. GÜNCEL

  3. ‘Dibe ku referandûma 16 ê Nîsanê were betalkirin’
‘Dibe ku referandûma 16 ê Nîsanê  were betalkirin’

‘Dibe ku referandûma 16 ê Nîsanê were betalkirin’

Şêwirmendê Serokomarê berê yê Tirkiyê Abdullah Gul û nûnerê Rojnameya Yenîçagê li Enqereyê Ahmet Takan, di nivîsa xwe ya rojnameyê de bal kişand ser serlêdanên betalkirina referandûma 16ê Nîsana 2017an û got, ‘Dibe ku were betalkirin’.

A+A-

Nivîskarê tirk li ser gotegotên îhtimala betalkirina referandûma 16ê Nîsanê ya ku sîstema seroktiyê tîne Tirkiyê da xuyakirin, ji nav Koşka Serokomariyê bixwe gelek zanyariyên berdest hene ku ji referandûma guhertina destûra bingehîn ne kêfxweş in.

 

Takan herwiha got, hinek agahiyên piştrastkirî yên ji gelek çavkaniyên Koşka Serokomariyê hene ku amadekarîyên betalkirina referandûmê têne kirin.

Nivîskarê tirk balê dikişîne ser yek ji serlêdana bo Dadgeha Bilind a Destûrê ya Parlamentarê CHPê yê Trabzonê Haluk Pekşen û dibêje, ‘Min ji Haluk Pekşen pirs kir, hîn ti bersiveke dadgehê negihîştiye wî. Herî dawî gotibû, serlêdan sekinî ye. Dixwazim bipirsim: Bi ser referandûmê re 6 meh derbas bûn… Ger axaftinên li kulîsan rast derbikevin, dê betalkirina referandûmê ji aliyê Dadgeha Destûrî ve were çi maneyê?… Gelo dê encamên wê jî ji holê rabin?…'  (sputnik)

Etiketler : , , ,

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.