1. HABERLER

  2. ÖZEL DOSYA

  3. 'Dinya li Xûtaya Rojhilatî dinere û sivîl li Efrînê tên serjêkirin'
'Dinya li Xûtaya Rojhilatî dinere û sivîl li Efrînê tên serjêkirin'

'Dinya li Xûtaya Rojhilatî dinere û sivîl li Efrînê tên serjêkirin'

Nivîskarê Independentê Patrick Cockburn di nivîsa xwe ya dawî de re li ser rewşa Efrînê nivîsek bi navê "Di vê dema ku cîhan li Xûtaya Rojhilatî dinere, bi sedan sivîl li Efrînê li ser destên hêzên Tirkiyeyê li Efrînê tên serjêkirin" weşand

A+A-

Cockburn rexne li medyaya navneteweyî girtin ji ber ku "tevî bêtir hefteyekê çêbûye ku Efrîna nifûsa wê zêde asê maye û hejmara miriyan zêde bûye, li gorÎ birêveberiya tenduristiya kurdî ya herêmî 220 sivîl hatine kuştin û 600 birîndar bûne, lê hema hema medyaya navneteweyî behsa wê nake".

 

"DIBE EFRÎN JI XÛTA Û HELEBÊ XERABTIR BIBE"

Herwiha Cockburn balê dikişîne ser rewşa Efrînê, kiryarên komên ku Tirkiye piştgiriya wan dike li Efrînê û behsa wêne û dîmenên ku derdikevin dike û wiha dewam dike: Eger yek ji van wêneyan ji Xûtaya Rojhilatî bihata, dê di her televizyonê de bûya û serwera rûpela pêşî bûya. Nûnera Amerîkayê li NYyê Nikki Haley dê wêneyên zarokên mirî yan ên li ber mirinê rakirina. Lê ji ber ku ev bûyer li Efrînê çêdibin, ne li Xûtaya Rojhilatî, li heman welatî dibin, encex 200 mîlî jê dûr in, ev bi temamî ji aliyê medyayê û siyasetvanên biyanî hatine piştguhkirin."

Nivîskar diyar dike ku "gava mijar kurd bin, ti kes besha wan nake û wiha dibêje ku "Efrîn destpêka trajediyekê dibîne ku dibe wek tiştî be yê ku Xûtaya Rojhilatî îro dibîne yan jî Helebê di sala 2016an de dît û dibe xerabtir be jî".

 

"IHTIMALA PAQIJKIRINEKE ETNÎKî HEYE"

ji aliyê din ve, Cockburn behsa ihtimala "helmteke paqijkirina etnîkî" dike û gotinên Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdoganî bi bîr tîne ku gotibû, "55% ji gelê Efrînê ereb in û 35% kurd in û dê wê li xwediyên wê yên resen vegerîne" û wiha dewam dike: "Ji persepektîva tirkan ve ku blokeke erebî sunî li bakurê Helebê di bin bandora xwe de damezirînin, derketina kurdan dê avantaj be."

"DIBE KURDÊN EFRÎNÊ BIBIN WEK YÛNANIYÊN QIBRISÊ"

Li ser heman mijarê nivîskar wiha dewam dike: Dibe kurdên Efrînê wek yûnanên Qibrisê bibin ku bi êrîşa Tirkiyeyê ya sala 1974an re ji beşê bakurî yê giravê hatin ajotin û piştî 44 salan hîn jî li bendê ne ku vegerin malê xwe."(sputnik)

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.