1. HABERLER

  2. GÜNCEL

  3. Dîrektorê Nû yê CIA yê hat hilbijartin
Dîrektorê Nû yê CIA yê hat hilbijartin

Dîrektorê Nû yê CIA yê hat hilbijartin

Komîteya Îstixbaratî ya Civata Senatoran îro Çarşemê, bi 10 beramber 5 dengan berbijarîya Gina Haspel erê kir ku bibe dîrektora nû ya Ajansa Îstixbaratî ya Navendî (CIA).

A+A-

Niha, li ber e di hefteya pêş de Civata Senatoran dengdanê li ser berbijarîya Haspel bike û biryara dawîn bide.

Di Senato de Komarî xwedîyê piranîyeke biçûk in, lê pênc Demokrat ragihandibû ku ewê dengê erê bidin berbijarîya Haspel ku bibe seroka CIA.

Haspel bûye armanca rexneyên giran, bi sedema ku wê di cîhanîna programeke taybet ya lêpirsînkirina berguman û girtîyan de roleke girîng lîstîye û rêbazên tund yên wek êşkence bi kar anîne.

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.