1. HABERLER

  2. GÜNCEL

  3. Dr. Izedîn Mistefa bo Rûdawê: Malbata Esed kurd in û ji Başûrê Kurdistanê ne
Dr. Izedîn Mistefa bo Rûdawê: Malbata Esed kurd in û ji Başûrê Kurdistanê ne

Dr. Izedîn Mistefa bo Rûdawê: Malbata Esed kurd in û ji Başûrê Kurdistanê ne

Dr Izedîn Mistefa Resûl ji Rûdawê re behsa esila malbata Esed kir.

A+A-

Silêmanî (Rûdaw) – Nivîskarê navdarê kurd, Dr Izedîn Mistefa Resûl ji Rûdawê re ragihand, 24 sal berî niha dema ku Celal Talebanî û çend serkirdeyên YNKê li Sûriyê bûne, malbata desthilatdarê niha yê Sûriyê Beşar Esed ji wan re gotine: “Em kurd in û bi esil xelkê Xaneqînê ne.”

 

Dr. Izedîn Mistefa Resûl ji Rûdawê re behsa çîrokeke 24 sal berî niha dike, ku derbarê malbata Esed de ye, ku desthilata Sûriyê di destê wê malbatê de ye.

 

Izedîn Mistefa Resûl ji Rûdawê re ragihand: “Sala 1993ê bû, Mam Celal Talebanî ji bo hin karên pêwîst daxwaz li min kir, hevrêtiya şandeke 6 heta 7 kesî ya partiya wî bo Sûriyê bikim. Her çend ku piraniya wan serkirdeyên partiya wî ku pê re hatibûn, Mam Celal tenê her bo geşt ş seyranê anîbûn, û bo hin karên gelek taybet, tenê ez li gel wî bûm.”

 

Izedîn Misfeta di berdewamiya axavtina xwe ya li gel Rûdawê de behsa daxwaziyeke Celal Talebanî dike û dibêje, Talebanî hez ji wê yekê bû ku li navçeya Laziqiyeyê û û li hotêl Sheraton masiyekê taybet jê re amade bikin ku bê ew masî bê hestî bûye.

 

Doktor Izedîn Mistefa Resûl wiha behsa wê demê dike:

 

“Li Sheratonê me masiya xwe xwar, piştre Mam Celal got, tenê tu li gel min were, emê biçin mala Cemîl Esed ku birayê mezin ê Hafiz Esed e. Em pêkve çûne wê malê. Li wir Mam Celal li serî bû, Cemîl Esed li xwarî wî û ez jî nişîvtir rûniştibûm û kurekî Cemîl Esed jî li dawiyê rûniştibû.”

 

Di beşeke din a daxuyaniya xwe de, Dr. Izedîn Mistefa dibêje: “Min bi dengek hêdî û piçe piçê ji kurê Cemîl Esed re got: Rast e hûn ji navçeya Şingal a Kurdistanê ve hatine wir, kurê Cemîl Esed bi dengekî bilind got, nexêr wisa nîne. Wê demê bavê wî (Cemîl Esed) guh lê bû, dest bi axavtinê kir û got: Di rastiyê de em bi esil, diyaneta me Kakeyî ye û em ji Xaneqînê ve hatine Sûriyê û paşê me paşnavê Esed wergirtiye.”

 

Nivîskar û lêkolerê navdarê Kurd, Dr. Izedîn Mistefa Resûl di wê baweriyê de ye, eger kurdên Rojavayê Kurdistanê nermtir reftar û serederiyê li gel Malbata Esed bikin, dikarin destkevtên mezintir ji yên niha bi dest bînin.

 

Nivîkskarê navdarê kurd wiha dibêje:

 

“Wa beşek ji bajarên kurdî yên Kurdistana Sûriyê (Rojavayê Kurdistanê) û kanton di destê kurd de ne û Esed jî ku caran (berê) bawerî bi hebûna kurd nebû, îtîraf bi wan kiriye û bûne defakto. Lê belê eger Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) û Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) bikarin nermtir û dûr ji tundiyê reftar bikin, ez wiha bawer dikim ku Esed xirab nabe û destkevtên baştir bi dest dixin.”

 

Dr. Izedîn Mistefa Resûl ku niha temenê wî nêzîkî 80 salî ye, heyama çend mehan e ku ji ber têkçûna rewşa tendirustiya wî, li malê ketiye û şiyana liv û tevgerê nemaye.

 

Di dema daxuyaniya ji bo Rûdawê de jî ji ber xirabiya rewşa tendirustiya xwe, wî nivîskar û lêkolerê kurd bi zehmetî axivî û tenê karî bo dema çend xûlekan li ser piyên xwe bisekine.

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.