1. HABERLER

  2. GÜNCEL

  3. DUHOK - Bordûmana Tirkiyê 3 Kurd bûn qurbanî, 14 zarok sêwî man
DUHOK - Bordûmana Tirkiyê 3 Kurd bûn qurbanî, 14 zarok sêwî man

DUHOK - Bordûmana Tirkiyê 3 Kurd bûn qurbanî, 14 zarok sêwî man

Di bombebarana firokeyên şer ên Tirkiyê de 3 welatiyên ji bajarokê Şêladizê ya navçeya Amêdî ya Duhokê canê xwe ji dest dan ku hersê birayê hev bûn. Termê hersê birayan li cihê bombebaranê maye û li mala wan jî şîn heye.

A+A-

 

 

Roja 7ê Nîsana 2018ê sê welatiyên bi navên Tahîr Mihemed (61), Mecîd Mihemed (47) û Remezan Mihemed (43) ên ji gundê Nêrweya Sîto ya bajarokê Şêladizê di encama bombebarana firokeyên şer ên Tirkiyê de canê xwe ji dest dan. Piştî 7 rojan xizmên wan li pey wan de çûne gund û dîtin, ku hersê birayan di bombebaranê de canê xwe ji dest dane.

 

Hersê birayan 14 zarok û hevjînên xwe paş xwe ve hiştin. Li mala wan şîn û kovan e lê hê jî termên wan nehatiye vegerandin.

 

Xwîşka wan biryaran dibêje: “Ne mirov dikare li pey wan here û ne jî kes heye wan ji me re bîne. Ew neçûne şerê ti kesan û neçûne neheqî û zilmê li kesekî bikin. Ewan li ser axa xwe û li ser malûmilkê xwe debara jiyana xwe dikirin. Çima vê zulmê li me dikin? Bila çareseriyekê çi rewşa me re bibînin. Bi sedan kesên ji birayên min biçûktir û ciwan hatine kuştin. Ma çi mafê wan heye? Gundên me tev de vala mane.”

 

Hersê biray ji bo kiştûkalî û bax û bistanên xwe çûne gundê xwe Nêrweya Sîto ku ev gund nêzîkê sînorê Bakurê Kurdistanê ye. Sê rojên yekem bi telefonê ligel malbata xwe axifî ne û lê piştre peywendî hatine qutkirin.

 

Bavê wan Mihemed Ebdullah jî ji rewşa xwe sersûrman maye. Ew dibêje, kurên wî pêşmerge bûn û xwezî di çeperên şer de şehîd biban, ne ku bi vî awayî hatibana kuştin.

 

 Mihemed Ebdullah dide xuyakirin, ku kurên wî li gund çûne Şkeftka Camêr da ku mêş û hingê xwe binerin û dibêje: “Gelek caran diçûne wê derê lê bi şev li wir nediman. Mêşên xwe danîbûne wê derê.”

 

Mala hersê birayan piştî sala 1991ê ji gund hatine û li bajarokê Şêladizê akincî bûne. Bi tevî pêşmergetiyê ew mijûlî mêşvanî û cotkariyê bûne.

 

Xizmên hersê birayan didin xuyakirin, ku termê wan parçe parçe bûne û ji bo anîna wan pêwistî bi alavên tendurustiyê heye.

Ximê wan Dilşad Ehmed dibêje: “Divê em gelek kes herin da ku bikarin termên wan bînin. Herwiha ji ber bêhnê pêwîstiya me bi alavên tendurustiyê hene. Ji ber ku ew ji mêj ve şehîd bûne.”

Geliyê Balinda ew devere ku Mecîd, Tahir û Remezan ji wir ve çûne gundê xwe. Ev gelî ji ber şer û pevçûnên di navbera PKK û artêşa Tirkiyê de weke “Geliyê Mirinê” tê naskirin.

Ne cara yekem e ku balefirên şer ên Tirkiyê li qezaya Amêdiyê ya Dihokê xelkên sivîl dikin armanc, tenê îsal 7 welatiyên sivîl li qezaya Amêdiyê bûne armanc û canê xwe ji dest dane û 3 welatiyên din jî birîndar bûne.

Ji ber bordûman û topbarankirina berdewam a artêşa Tirkiyê bo ser navçeyên ser bi qezaya Amêdiyê, zêdeyî 20 sal e nêzîkî 300 gundên qezayê hatine valakirin û xelkên wan gundan bi armanca kiştûkaliyê diçin gundên xwe.(rudaw)

Etiketler : , ,
Önceki ve Sonraki Haberler

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.