1. HABERLER

  2. DÜNYA

  3. Ebadî bo Amerîka: Destdirêjiya karûbarên Iraqê nekin
Ebadî bo Amerîka: Destdirêjiya karûbarên Iraqê nekin

Ebadî bo Amerîka: Destdirêjiya karûbarên Iraqê nekin

Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî ji bo daxuyaniyên Wezîrê Derve yê Amerîkayê Rex Tillerson bersiva da û ragihand: "Ti aliyek nikare destwerdana karûbarên navxweyî yê Iraqê bike û bi navê iraqiyan biryarê bide."

A+A-

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Rex Tillerson roja Yekşemê li Riyada paytexta Erebîstana Siûdî ragihandibû ku divê mîlîsên Îranê ji Iraqê derkevin. Tillerson gotibû: "Bêguman mîlîsên îranî li Iraqê ne. Niha şerê DAIŞê ber bi xilasbûnê ve diçe, divê mîlîsên Îranê jî vegerin welatên xwe."

Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî li hember van daxuyaniyan got: "Ti aliyek nikare destwerdana karûbarên navxweyî yê Iraqê bike û bi navê iraqiyan biryarê bide. Ti kes nikare ji iraqiyan re bêje ka divê çi bikin?" (sputnik)

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.