1. HABERLER

  2. GÜNCEL

  3. Ebas: Qûds paytexta Filîstînê ya ebedî ye
Ebas: Qûds paytexta Filîstînê ya ebedî ye

Ebas: Qûds paytexta Filîstînê ya ebedî ye

Serokê Filîstînê Mehmûd Ebas bertek li biryara Serokê Amerîkayê Donald Trump a naskirina paytexbûna Qûdsê wek paytexta Îsraîlê nîşan da.

A+A-

Serokê Filîstînê Ebas da xuyakirin ku biryara Trump tê wateya vekişîna ji erka navbeynkariyê û got, "Em dê bi muzakereyan bersivê bidin. Divê hemû aliyê Filîstînî sekneke hevpar nîşan bidin. Qûds paytexta aştîyê û paytexta ebedî ya Filîstînê ye."

 

'DÊ BIBE SEDEMA ŞEREKÎ BÊDAWÎ YÊ NAVNETEWÎ'

Ebas biryara Trump wekî xelatkirina Îsraîlê bi nav kir û got, dê ev ji rêxistinên tundrew ên dixwazin şerê olî derxin re bibe mahne ku dê bibe sedema şerên bêdawî yên navnetewî.

Mehmûd Ebas da zanîn ku wan heta niha ji bo serxwebûna dewleta Filîstînê kar kiriye û ew li gor biryara 194an a Neteweyên Yekbûyî pêşhatan dişopînin û ew dê li gor wê biryarên pêwîst bidin. (sputnik)

Önceki ve Sonraki Haberler

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.