1. HABERLER

  2. GÜNCEL

  3. Efrîn tê topbarankirin: Gelek top li gundewarên Efrînê ketin
Efrîn tê topbarankirin: Gelek top li gundewarên Efrînê ketin

Efrîn tê topbarankirin: Gelek top li gundewarên Efrînê ketin

Artêşa Tirkiyê bi topên obusan û ji aliyekî ve jî komên çekdar ên nêzîkî Tirkiyê bi ser Efrînê de êrîş dan destpêkirin. Herwiha jêderên Efrînê jî radigihînin ku li ser rêya Efrîna nû 3 top û li gundên dorûbera Efrînê jî top ketine.

A+A-

Li gor zanyariyan 3 top li ser rêya Cinderesê ku rêya Efrîna nû ye ketine û topbarana li gundewarên Efrînê berdewam dike ku ji aliyekî ve komên nêzîkî Tirkiyê ji aliyê Ezezê ve êrîşî Efrînê dikin daku bi rêya bejahî bikevin navenda bajarê Efrînê.

Li gor nûçeya Ronahî TVyê êrîşa li ser Girê Qestelê ya artêşa Tirkiyê û muxalîfan hatiye têkbirin.

Li gor agahiyên destpêkê, heta niha gelek topên hawanê li dorûbera Efrînê ketine û hîn jî topbaran berdewam dike.

Hat ragihandin ku muxalîfên nêzîkî Tirkiyê ji aliyê Ezazê ve êrîş birine ser Efrînê ku ew hêz beriya niha bo êrîşa ser Efrînê hatibûn komkirin.

Etiketler : , ,

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.