1. HABERLER

  2. DÜNYA

  3. ‘Em rê nadin Îranê ku armancên xwe li sûrî bi cih bîne'
‘Em rê nadin Îranê ku armancên xwe li sûrî bi cih bîne'

‘Em rê nadin Îranê ku armancên xwe li sûrî bi cih bîne'

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamîn Netanyahu di axaftina xwe de ragihand ku Îran dixwaze li baregehên serbazî li sûrî û Libnanê veke, lê em ê nehênlin bigihîje van armancan.

A+A-

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamîn Netanyahu li Washîngtona paytextê Amerîkayê di konferansa AIPACê de got: "Îran bizavan dike. Ji bo Îsraîlê jinav bibe hewl dide ku li Sûriye û Libnanê baregehên serbazî ku bikaribe moşekan û hêzên xwe lê bicivîne ava bike."

Benjamîn Netanyahu di berdewamiya axaftina xwe de got: "Lê Îsraîl wê ti carî rê nede ku Îran vê armanca xwe bi cih bîne. Eger Amerîka û Îsraîl bi hev re kar bikin wê bikaribin rê li ber van gefên wê bigrin."

Berî niha jî çendîn caran Serokwezîrê Îsraîlê wek van daxuyaniyên tund li dijî Îranê dabû, herî dawî jî piştî ku balafireke Israîlê li Sûriyeyê hat xistin, Netanyahu Îran bi wî karî tometbar kir û gefên tund li wî welatî kir.

Etiketler : ,

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.