1. HABERLER

  2. GÜNCEL

  3. Encama civîna NY li ser Efrînê: Em fikarên Tirkiyê fêm dikin, lê pêşî DAIŞ
Encama civîna NY li ser Efrînê: Em fikarên Tirkiyê fêm dikin, lê pêşî DAIŞ

Encama civîna NY li ser Efrînê: Em fikarên Tirkiyê fêm dikin, lê pêşî DAIŞ

Konseya Ewlekariya Neteweyên Yekbûyî (KENY) li ser daxwaza endama daîmî Fransayê civîya.

A+A-

Nûnerê Daîmî yê Fransayê li NYyê François Delattre piştî civînê ragihand, ew li ser mijara rewşa Sûriyê civiyane û li ser operasyona Tirkiyê ya bi ser Efrînê de jî got, "Em ji aloziya leşkerî ya li bakurê Sûriyê bifikar in."

 

Delattre li ser mijara operasyona Tirkiyê ya bi ser Efrînê de wiha axivî: "Fransa xem û fikarên Tirkiyê yên derbarê ewlekariya sînoran de baş fahm dike û banga hêminiyê li Tirkiyê dike ji ber ku rewşa li Sûriyê pir guhertok e. Parastina yekîtiya navbera hevpeymanan gelekî girîng e. Divê hewla me ya sereke bo têkoşîna DAIŞê be."

Herwiha hat ragihandin ku di civata giştî ya KENYyê de, li ser rewşa mirovî û aloziya leşkerî ya berdewam li Idlib û Gutayê endamên KENYyê hatine agahdarkirin. (sputnik)

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.