1. HABERLER

  2. GÜNCEL

  3. Encamên hilbijartinên Kerkûk û Duhokê aşkere bûn
Encamên hilbijartinên Kerkûk û Duhokê aşkere bûn

Encamên hilbijartinên Kerkûk û Duhokê aşkere bûn

Komîsyona Bilinda Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê encamên destpêkê yên hilbijartinên xûla çarem a parlamentoya Iraqê yên parêzgehên Kerkûk û Duhokê aşkere kir.

A+A-

Komîsyona Bilinda Hilbijartinan a Iraqê ragihand, li Kerkûkê lîsta Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê piraniya dengên dengderên vê parêzgehê bi dest xistiye û di pileya yekem de ye. Li gorî komîsyonê, lîsta YNKê li Kerkûkê, 183,300 deng bi dest xistiye.

 

Herwiha lîstên Hevpeymaniya Erebî li Kerkûkê, Eniya Tirkmenî, Hevpeymaniya Nesir a Ebadî û Hevpeymaniya Fetih a Hadî Amirî di rêzbendiyê de di pileyên duyem heta pêncem de cih digrin.

 

Li parêzgeha Duhokê jî lîsta Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) jî piraniya dengan bi dest xistiye û di pileya yekem de tê. Li gorî amarên komîsyonê, lîsta PDKê li Duhokê 348,777 deng bi dest xistiye.

 

Herwiha lîstên Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê, Hevpeymaniya Bo Demokrasî û Dadperweriyê û YNKê di rêzbendê de bi pileyên duyem, sêyem û çarem tên. (rudaw)

 

Encamên hilbijartinan li Kerkûkê:

 

YNK: 184 hezar û 373 deng

Hevpeymaniya Erebî li Kerkûkê: 83 hezar deng

Eniya Tirkmenî: 75 hezar deng

Hevpeymaniya Nesir-Ebadî: 24,245 deng

Hevpeymaniya Fetih-Amirî: 18,406 deng

Hevpeymaniya Weteniye: 14,923 deng

Lîsta Niştiman: 13,775 deng

Nivşê Nû: 12,836 deng

Lîsta Tezamon: 10,569 deng

Lîsta Bab El-Ereb: 8,133 deng

Partiya Sosyalîst Demokrata Kurdistanê: 7,194 deng

Hevpeymaniya Kildan: 4,815 deng

Yekîtiya Îslamiya Kurdistanê: 4,560 deng

Encûmena Millî ya Kildanî, Suryanî, Aşûrî: 3, 779 deng

......................

 

Encamên hilbijartinan li Duhokê:

PDK: 348,777 deng

Yekgirtû: 43,073 deng

Hevpeymaniya Bo Demokrasî û Dadperweriyê: 25,449 deng

YNK: 25,328 deng

Nivşê Nû: 17,823 deng

Komela Îslamî: 3,619 deng

Tevgera Goran: 3,619 deng

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.