1. HABERLER

  2. GÜNCEL

  3. Ensarîoglu: Hevalbendiya AK-Partî û MHPê berdewam nake
Ensarîoglu: Hevalbendiya AK-Partî û MHPê berdewam nake

Ensarîoglu: Hevalbendiya AK-Partî û MHPê berdewam nake

Parlementerê AK-Partiyê Galîp Ensarîoglu ragihand, hevalbendiya AK-Partî û MHPê tenê ji bo referandûma 16ê Nîsanê bû. Ev hevalbendî berdewam nake.

A+A-

Ensarîoglu di hevpeyvînekê xwe de diyar kir, AK-Partî û MHP du partiyên cuda û rikeberê hevdu ne.  Di navbera wan de yekbûneke siyasî nîn e. Hevalbendiya wan tenê ji bo referandûma 16ê Nîsanê bû. Ev hevalbendî berdewam nake.

Li gor Ensarîoglu sedema hevalbendiya AK-Partî û MHPê, HDPê ye. Lewra HDP piştî hilbijartinên 7ê Hezîranê digel AK-Partiyê ji bo avakirina hikûmetekî hevpeyman piştgiriya wan nekiriye. Herwiha HDP ji bo guhertina yasaya bingehîn ji AK-Partiyê re nebûye alîkar. Ji ber vê yekê ew neçar mane digel MHPê hevalbendî bikin.

Di Referandûma 16ê Nîsanê de AK-Partî û MHPê hevalbendê hev bûn di piştgiriya dengên erê kiribûn. HDP û CHP jî piştevanê dengên na bûn. (k24)

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.