1. HABERLER

  2. POLİTİKA

  3. Erdogan bo Nêçîrvan Barzanî: Em ji bo her core hevkariya Herêma Kurdistanê amade ne
Erdogan bo Nêçîrvan Barzanî: Em ji bo her core hevkariya Herêma Kurdistanê amade ne

Erdogan bo Nêçîrvan Barzanî: Em ji bo her core hevkariya Herêma Kurdistanê amade ne

Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand ku Serokomarê Tirkiyê di civîna li gel Nêçîrvan Barzanî de tekezî li ser wê kir, “Welatê wî amade ye bo hemû core alîkarî û hevkarîkirina Herêma Kurdistanê û ew dê hemû pêdawîstiyên tendirustî û pizîşkî jî pêşkêş biki

A+A-

Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand ku Serokomarê Tirkiyê di civîna li gel Nêçîrvan Barzanî de tekezî li ser wê kir, “Welatê wî amade ye bo hemû core alîkarî û hevkarîkirina Herêma Kurdistanê û ew dê hemû pêdawîstiyên tendirustî û pizîşkî jî pêşkêş bikin.”

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro serdana Enqerê kir jibilî Wezîrê Derve, li gel Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan jî civiya.

Serokatiya Herêma Kurdistanê derbarê kombûna Nêçîrvan Barzanî û Recep Tayyîp Erdogan de daxuyaniyek belav kir û ragihand ku Serokê Herêma Kurdistanê û Serokomarê Tirkiyê tekezî li ser daxwaza herdu aliyan a ji bo pêşxistina peywendiyên Kurdistan û Tirkiyê û taybetî jî berfirehkirin û bilindkirina asta alogoriya bazirganî, hevkarî û hevbeşiya aboriyê kirin.

Her li gor wê daxuyaniyê Nêçîrvan Barzanî û Recep Tayyîp Erdogan di civînê tekezî li ser derfeta kar û weberhînana Tirkiyê li kertên ciyawaz ên Herêma Kurdistanê kirin.

Li gor daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, di civînê de Nêçîrvan Barzanî behsa belavbûna Coronayê û bandorên wê kir û “Di vê derbarê de Serokomarê Tirkiyê dûpat kirk u welatê wî bo hemû core alîkarî û hevkariya Herêma Kurdistanê amade ye û dê hemû pêdawîstiyên tendirustî û pizîşkî pêşkêş bike.”

Serokatiya Herêma Kurdistanê aşkere kiriye ku di civînê de behsa gotûbêjên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federalî ya Iraqê û dawîn pêngavên bo çareserkirinê pirsgirêkan û aloziyên li sînor hat kirin û herwiha rewşa giştî ya Iraqê û hewlên jib o berengarbûna metirsiyên DAIŞê gotûbêj kirin.

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.