1. HABERLER

  2. GÜNCEL

  3. Erdogan: Esed Terorîste Û Danûstendina bi Wî re Qet Nabe
Erdogan: Esed Terorîste Û Danûstendina bi Wî re Qet Nabe

Erdogan: Esed Terorîste Û Danûstendina bi Wî re Qet Nabe

Serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, berî serdeana xwe ya Tûnisê bidawî got, Beşar Esed "terorîst"e û danûstendin bi wî re ne mûmkine.

A+A-

Erdogan, ev axiftin di dema Konferansa Rojnaevanî ya hevbeş de, ya ligel Serokomarê Tûnisê -Bajî Qaid Sebssî kirin.

Serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, di seredana xwe ya 4 rojî de bo welatên Bakûrê Afrîqa roja Çarşemê li Tûnisê bû, ji wir geşta xwe bo hin welatên li wê herêmê bidawî anî.

Erdogan di seredana xwe ya Tûnisê de tekez liser têkiliyên abûrî kir, ew ligel serokomarê Tûnisê Al-Bajî Qaid Sebssî civîn encam dan, Erdogan dê ligel serok hikûmeta wî welatî Yousef Cahed û hin siyasetvanên din bicive.

Armanca sereke ya seredana Erdogan bo Tûnisê pirsa ekonomî bû, tevî şanda pê re di Yaneya Ekonomî ya Tûnis- Tirkiyê de beşdarî kir, di şandê de 9 wezîr û 200 karsaz hebûn.

Roja Sêşemê li Tûnisê, hejamerek çalakvanên mafên mirov û Yekêtiya Niştîmanî ya Rojnamevanan, Erdogan jiber dijatî û girtina rojnamevanan protesto kir. (voanews)

Etiketler : , ,

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.