1. HABERLER

  2. POLİTİKA

  3. Erdogan gefên nû li Kurdên rojavayê kirin
Erdogan gefên nû li Kurdên rojavayê kirin

Erdogan gefên nû li Kurdên rojavayê kirin

Serokkomarê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan careke din gef li YPGê kir û ragihand ku ji Rojavayê Kurdistanê heya Qendîlê ewê bi berdewamî şerê PKKê bikin.

A+A-

Erdogan di Parlamana Tirkiyê de, ji perlemanterên partiya xwe re got: Me di nav sînorên Tirkiyê de PKK şikandiye û emê li derveyî sînor jî şer bikin heya em dawiya PKKê bînin.

Erdogan diyar kir ku li Rojavayê Kurdistanê ji Girê Sipî heya Qamişlo, li Iraqê jî, li Şingalê û Qendîlê ewê bixurtî şer bikin.

Li aliyekî din Erdogan bang li CHPê kir ku pêdeçûnekê ji pêwendiyên xwe re li gel HDPê bike û got: PKK li Bakurê Kurdistanê li meydana şer tengav bûye û dixwaze di siyasetê de xurt bibe û HDP bihêz bike. HDPê bi xêra dengên CHPê kete nav Parlemanê û CHPê bi vê siyasetê piştevaniya PKKê kir.

Önceki ve Sonraki Haberler

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.