1. HABERLER

  2. GÜNCEL

  3. ‘Erdogan qezençkir lê êdî karê wî pir zahmet e'
‘Erdogan qezençkir lê êdî karê wî pir zahmet e'

‘Erdogan qezençkir lê êdî karê wî pir zahmet e'

Nivîskarê rojnameya Hurriyetê Murat Yetkin di gotara xwe de ragihand ku raste Serokomar Erdogan qezençkir lê êdî karê wî pir zahmet e.

A+A-

Nivîskarê rojnameya Hurriyetê Murat Yetkin di gotara xwe ya nirxandina encamên referandumê de got: "Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan gihîşte armanca xwe, lê li Tirkiyeyê serdemek nû da destpêkirin. Êdî karê wî li gorî berê zahmetir e."

‘ÎFADEYA RÛYÊ WÎ HER TIŞTÎ DIDE NÎŞANDAN'

Murat Yetkin di berdewamiya nivîsa xwe de got: "Ya rastî ji bo ku mirov meseleyê fêhm bike hewceyî bi peyvên zêde tuneye. Ji bo vê mirov li îfadeya rûye Erdogan û AKPeyiyan ku kete televîzyonan her tiştî nîşan dide."

Yetkin di dirêjiya nivîsa xwe de got: "Weke ku tu serkeftin bi dest nexistiye. Îfadeyeke ku dibêje ez ê bi van encaman çi bikim. Ev dide nişandan ku ev serkeftin ew betilandiye û ji taqetê xistiye. Erdogan gihîşte armanca xwe û li Tirkiyeyê serdemeke nû da destpêkirin. Lê êdî karê wî zahmetir e."

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.