1. HABERLER

  2. ÖZEL DOSYA

  3. Erdoğan û Îran biryara Trump ji bo xurtkirina pozîsyona xwe bikar tînin
Erdoğan û Îran biryara Trump  ji bo xurtkirina pozîsyona xwe bikar tînin

Erdoğan û Îran biryara Trump ji bo xurtkirina pozîsyona xwe bikar tînin

Quds û pêşbazîya Tirkiye û Îranê

A+A-

Doçentê Beşa Zanistên Siyasî ya Zanîngeha Fînansê ya girêdayî Hikûmeta Rûsyayê Gevorg Mîrzayan di analîza xwe ya ji bo Sputnikê nivîsê de biryara serokê DYAyê ya naskirina Qudsê wek paytextê Îsraîlê şîrove kir û destnîşan kir ku biryara Trump li gel Îsraîlê dilê hinek lîstikvanên din jî yên herêmê xweş kir.

Gevorg Mîrzayan di analîza xwe de dîyar dike ku gelek lîstikvanên herêmî rewşa li herêmê peyda bûyî ji bo xurtkirina pozîsyona xwe bikar tînin û îda dike ku yek ji wan lîstikvanan serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan yê din jî rêvebirîya Îranê ye. Li gor nêrîna Mîrzayan, Erdogan hem di sîyaseta navxweyî û hem jî ya navneteweyî de wê ji vê rewşê gelek sûdê werbigre. Beşa têkildar a analîza Gevorg Mîrzayan wiha ye:

"Pêvajoya niha derfetê dide Erdogan ku derdorên kevneperest û neteweperst ên civaka Tirkiyeyê li dor xwe kom bike û bi wî awayî jimara alîgirên  aresteya rojavayî kêmtir bike. Ji bo serokkomarê Tirkiyeyê rewşa peydabûyî pirsa man û nemanê ye. Bi tevî `paqijîya` piştî hewldana darbeya leşkerî, li welêt dîsa jî gelek `rojavayî` hene. Erdogan bi her awayî hewl dide ispat bike, ku Rojava ji bo Tirkiyeya Mezin ne alternatîva herî baş e.

Li gor nêrîna Erdogan, Rojava Tirkiyeyeke wisa dixwaze ku tenê daxwazên YE û DYAyê bi cih bîne. Bûyerên li Qudsê diqewimin derfetê didin serokkomarê Tirkiyeyê ku bi nasnameya îslamî ya welatîyên xwe bilîze û ji wan re nîşan bide ku dewletên rojavayî ji misilmanan re rêzê nagirin û wan kêmî xwe dibînin.

Lê, sûdmendîya mezin di sîyaseta navneteweyî de li benda Erdogan e. Ji her kesî re eyan e ku serokkomarê Tirkiyeyê xwe wek parastvanê hemû misilmanan nîşan dide. `Tu kes nikare ji bo berjewendîyên xwe yên taybet bi qedera misilmanan re bilîze, ku ji milyarê zêdetir in`. Ew jî gotinên wî ne. Niha Erdogan wê hewl bide vê pozîsyona xwe xurttir bike.

Di vê çarçoveya de, Erdogan Teşkîlata Hevkarîya Îslamî li Stenbolê kom dike. Elbet ew hisabê piştevanîya resen a elîtên ereb nake û pêwistîya wî bi wê yekê jî nîne. Erdogan kursîya Teşkîlata Hevkarîya Îslamî û statuya mazûvanîya xwe wê ji bo daxuyanî û gefên herî mezin ên li dijî Îsraîlê bikar tîne. Ew yek dikare bandoreke neyênî bi têkilîyên bi Îsraîlê re bike.

Têkilîyên bi Tirkiyeyê re ji bo Tel Avîvê ne ewqas zêde giring in. Wezîrê Perwerdehîyê yê Îsraîlê Naftalî Bennet derbarê têkilîyên bi Tirkiyeyê re got ku `Ji qezenckirina sempatîya Erdogan be, xwedîbûna Qudsa yekbûyî baştir e`.

Ji alîyê din ve rêvebirîya Îsraîlê baş tê digihije ku sozên Tirkiyeyê yên ji bo alîkarîya filîstînîyan dikare wan motîveyê destpêkirina terorê bike. Piştî wê jî qehremanê kolanên ereban Erdogan dikare encamên wê terorê bikar bîne. Ji bo nimûne dikare ji Îsraîl û DYAyê re xwe wek navbeynkarê verastkirina têkilîyên bi filîstînîyan re raber bike. Elbet ne bi beleş.

Lê, reqîbê Erdogan ê di ware `hevalê sereke yê xezeba erebên ji rêzê` Îran e. Îran dikare di wê pêşbazîyê de bi ser jî keve. Ne tişteke veşartîye ku Tehran ji mêj ve bi dîlomasîya gelemperî û bi bikaranîna hesasîyet û hestan bangî kolanên ereb dike. Bi taybet jî bi hestên li dijî Îsraîl û DYAyê dilîze. Serokkomarê berê yê Îranê Mahmûd Ehmedînecad bi druşmên xwe yên wek tunekirina DYA û Îsraîlê li kolanên ereban anegorê hikûmetên wan ên `îxanetkar`, gelek popûler bû. Desthilata îranî ya niha jî heman lîstikê didomîne.

Îran niha wê hewl bide ku pêla antî-amerîkanîzmê li Rojhilata Navîn belav bike. Serokkomar Hesen Ruhanî û rayedarên din ên îranî wê daxuyanîyên gelek hişk bidin û dikarin dest bi bikaranîna hêzê jî bikin. Ji bo nimûne dikarin alîkarîya fînansî û leşkerî bidin Hemas û Hizbullahê. Tehran dikare şerê Hizbullah û Îsraîlê wek şereke jênerevîn binirxîne û dikare ji niha de destpê bike dema piştgirîya kolanên ereb li pişt xwe dibîne. Lê, ew yek jî mimkun e ku daxuyanîyên îranîyan tenê bi gotinan ve sînordar bimînin. Ji ber ku ji alîyê din ve, hewldana Tehranê ya pêşengîya protestoyên kolanên ereb, wê bibe sedemê tirsa elîta ereb û wê kêrî dijminên Îranê yên li Erebistana Siûdî were.

Ji her kesê re eyan e ku Erebistana Siûdî Îranê wek dijminê xwe yê sereke dibîne û bi gotina Churchill, amade ye bi şeytên re jî hevkarîyê bike. Ji bo siûdîyan ew şeytan niha Îsraîl e. Ji mêj ve bi navbeynkarîya DYAyê hevdîtinên siûdî û îsraîlîyan ên nepenî yên sazkirina eksena hevpar a li dijî Îranê destpê kirine". 

Etiketler : , , , , , ,

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.