1. HABERLER

  2. DÜNYA

  3. Erebîstana Saudî Qedexeya Sînemayê bi Dawî Dike
Erebîstana Saudî Qedexeya Sînemayê bi Dawî Dike

Erebîstana Saudî Qedexeya Sînemayê bi Dawî Dike

Rêvebirîya Erebîstana Saudî ragihand ku di sala 2018’an de bo salonên sînemayê destûrê bidin. Li ber e ku salonên pêşî di meha Adarê de dest bi xizmetê bikin.

A+A-

Wezîrê Çand û Enformasyonê yê Erebîstana Saudî Avan bîn Salih el Avad dîyar kir ku destûrname dane hin salonên sînemayê.

Derbarê rakirina qedexeya sînemayê agahîyên berfireh nehat dayîn. Hîn nayê zanîn ku ewê salonên sînemayê bo jinan jî vekirî bin yan ne.

Salonên sînemayê yên Erebîstana Saudî, di salên 70’yî de bi zorbazîya rêberên dînî hatibûn girtin.

Prensê Cîgir Muhammed bîn Salman dîyar kiribû ew dixwaze Erebîstana Saudî bike welatekî modern û çend meh in di vê rêkê de gavan diavêje.

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.