1. HABERLER

  2. DÜNYA

  3. Êrişên hewayî yên Mûsilê 43 sivîl hatin kuştin
Êrişên hewayî yên Mûsilê 43 sivîl hatin kuştin

Êrişên hewayî yên Mûsilê 43 sivîl hatin kuştin

Hat ragihandin ku di nava 24 seetên dawî de li rojavayê bajarê Mûsilê yê Iraqê di êrişên hewayî de zarok û extiyar jî di nav de bi ‘şaşî' 43 sivîl hatin kuştin.

A+A-

Yek ji fermandarê Yekîneya Mudaxeleya Lezgîn Ahmed el Hazraci di axaftina xwe ya nûçegihanê AAyê de got: "Li gorî agahiyên ji Fermandariya Operasyonên Hevpar hatine wergirtin di nava 24 seetên dawî de li rojavayê Mûsilê di êrişên hewayî yên dijî rêxistina terorîst a DAIŞê de jin, zarok û extiyar jî di nav de 43 sivîl jiyana xwe ji dest dan."

Ahmed el Hazraci di berdewamiya axaftina xwe de got: "Dibe ev êrişên navborî ji terefê hêzên koalîsyona hevpeyman ve hatibe kirin. Di çarçoveya operasyona rizgarkirina rojavayê Mûsilê de hem bi hewayî û hem jî ji bejê operasyon didomin û ev sivîl bi ‘şaşî' hedef hatin girtin."

Hazraci di dawiya axaftina xwe de got: "Wê bi tevlîbûna fermandarên ku beşdarî operasyonê dibin civîneke ewlehî li dar bixin û di civînê de rêyên tekoşîna rêxistinê û mijara parastina sivîlan dê were nirxandin." (sputnîk)

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.