1. HABERLER

  2. GÜNCEL

  3. Êrîşî merasîma cenazeyê dayika Tugluk kirin: Cenaze ji mezel hat derxistin
Êrîşî merasîma cenazeyê dayika Tugluk kirin: Cenaze ji mezel hat derxistin

Êrîşî merasîma cenazeyê dayika Tugluk kirin: Cenaze ji mezel hat derxistin

Li dema spartina axê ya dayika Cîgira Serokê HDPê Aysel Tugluk, Hatun Tugluk de komeke ku ji derve hatibûn li ser mezel êrîşî merasîma cenaze kirin.

A+A-

Li gor agahiyan aloziya li ser mezelê Incek ê Golbaşiya Enqerê piştî definkirina cenaze jî berdewam kir.

 

Hat diyarkirin ku kesên êrîşî merasîmê kirine diruşmên nijadpetestî qerîyane û bûne asteng ji definkirina cenaze re.

Piştî êrîşê ku koma êrîşkar êrîşa xwe ya li ser mezel berdewam kir, cenazeyê dayika Tugluk ji nû ve ji mezel hat derxistin.

 

CENAZE BO DERSÎMÊ HAT RÊKIRIN

Hat zanîn ku cenazeyê Hatun Tugluk ber bi bajarê Dersîmê ve hatiye rêkirin.

Aysel Tugluk di girtîgehê de dimîne û bi destûra taybet beşdarîya merasîma cenaze dikir.

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.