1. HABERLER

  2. GÜNCEL

  3. Êrîşkarên cenazeyê dayika Tugluk hatin berdan
Êrîşkarên cenazeyê dayika Tugluk hatin berdan

Êrîşkarên cenazeyê dayika Tugluk hatin berdan

Êrîşkarên merasîma cenazeyê dayika Hevseroka Cîgirê HDPê Aysel Tugluk piştî ku derketin pêşberî dadgehê di rûniştina yekemîn de hatin berdan.

A+A-

Her sê êrîşkarên ku piştî êrîşa ser merasîma definkirina dayika Aysel Tugluk, Hatun Tugluk hatibûn girtin, derketin pêşberî dadgehê.

 

Dadgeha Golbaşi ya Asliye Cezayê ya 2yemîn 3 gumanbarên êrîşa ser merasîma cenaze tehlîye kirin.

13ê Îlonê li Enqerê dema merasîma definkirina cenazeyê Hatun Tugluk komeke nijadperest êrîş kiribûn ser girseyê û nehiştibûn cenaze li Golbaşiya Enqerê were definkirin.

'JI ACIZIYA HATINA CENAZEYÊN ŞEHÎDAN ME WIHA KIR'

Êrîşkar Murat Alp li dadgehê poşmaniya xwe anî ziman û got, "Ji ber ku em her roj ji hatina cenazeyê şehîdan aciz bûn, me wiha kir."

Piştre li ser daxwaza malbatê cenaze bo Dersîmê hatibû şandin û li wir bi merasîmekê hatibû definkirin.

3 gumanbarên êrîşê ku hatibûn girtin, di celseya dadgehê ya 6ê Cotmehê de hatin berdan. (sputnik)

Etiketler : , ,

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.