1. HABERLER

  2. GÜNCEL

  3. Esed: Tenê Kurd li dijî peyva Erebî ne
Esed: Tenê Kurd li dijî peyva Erebî ne

Esed: Tenê Kurd li dijî peyva Erebî ne

Serokê Sûriyê Beşar Esed dibêje bi tenê Kurd daxwaza nehiştina peyva Erebî dikin, û dibêje piraniya xelkê Sûriyê Ereb in, û ew bi navê Komara Erebî ya Sûriyê re ne.

A+A-

Di hevpeyvînekê bi ajnaseke Rûsî re, Serokê Sûriyê Beşar Esed got divê hikûmet di biryarên xwe de daxwaza piraniya xelkê Sûriyê bicih bike.

Esed ev yek jî anî ziman, ku piraniya xelkê Sûriyê Ereb in, û ew dixwazin nasnameya xwe ya Erebî biparêzin.

Esed li ser rakirina peyva Erebî ji Komara Erebî ya Sûriyê de jî axivî û ragihand, ku divê peyva Erebî di navkirina dewleta Sûriyê de her weke xwe bimîne û neguhere.

Serokê Sûriyê diyar kir, ku tenê beşeke biçûk û bi taybetî jî Kurd li dijî vê peyvê ne û tekez kir, ku piraniya xelkê Sûriyê ku Ereb in, bi mana vê peyvê re ne.

Beşar Esed li ser vê mijarê wiha diaxive:

“Careke din ez dibêjim em wek hikûmeta vî welatî ew destûr li ber destê me tune ye ku divê tevahiya xelkê Sûriyê li ser wê lihev bikin, heger baweriya xelkê Sûriyê bi peyva Dewleta Erebî nebe, wê demê çi wate ji hebûna vê peyvê re dimîne, gelo ji ber ku bi tenê hikûmet vê yekê dixwze, na, ne raste.

Divê em daxwaz piraniya xelkê Sûriyê bicih bikin, dema eem bêjin Erê ya Na.

Li gor nerîna me, piraniya xelkê Sûriyê bi vê peyvê re ne, ji ber ku ev nasnameya wane, piraniya xelkê Sûriyê Ereb in, û baweriya wan bi nasnameya wan heye, lê careke din ez dibêjim, ez nabêjim ev yek raste , yan şaşe, ku xelkê Sûriyê nerîna xwe bi rêya referandumekê re bînin ziman, ew jî berî ku bê gotin serok bi vê peyvê re ye, yan li dijî wê ye.

Heya wê demê, ti wate ji vê yekê re tune ye, ji ber ku gelekî zû ye, ku em behsa vê mijarê bikin, û ew bi xwe ew pirsgirêka mezin nîne.

Mebesta min ew e, ku ti kes niha vê xalê gutobêj nake, bi tenê hejmareke biçûk ji xelkê Sûryê û bi taybetî Kurd behsa vê mijarê dikin, ev ne pirsgirêkeke mezin e.” (rudaw)

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.