
Fermandarê amerîkî: Piştgiriya me bo hêzên HSDê dewam dike
Berdevkê çapemenî yê hêzên koalîsyona dijî rêxistina terorîst ê DAIŞê albay Ryan Dillon di axaftina xwe de ragihand ku polîtîkaya me neguheriye û piştgiriya me bo HSDê dewam dike.
Berdevkê çapemenî yê hêzên koalîsyona dijî rêxistina terorîst ê DAIŞê albay Ryan Dillon bi rêya telekonferansê beşdarî civîna çapemenî ya li Wezareta Parastin a Amerîkayê bû û bersiva rojnamevanan da. Di destpêka civîna çapemeniyê berpirsekî din ê Pentagonê ragihand ku di polîtakaya li hemberî herêmê de tu guherandin tunene.
Berpirsê amerîkî di berdewamiya axaftina xwe de got: "Wek hûn dizanin di mÎyona me de tu guherandin tuneye. Em wek koalîsyonê li pişta hedefa xwe ya têkbirina DAIŞê ne. Bi vê hedefe em li Iraq û Sûriyeyê ne û piştgiriya ewlehî û şêwirmendî didin wan."
Ryan Dillon jî di axaftina xwe de got. "Li herêmê di serî de li Iraq û Sûriyeyê perwerdeya hêzên ewlehî didomînin û hê jî bi awayekî cidî DAIŞ li sînorê Iraq û Sûriyeyê heye. Hêzên ku têne perwerdekirin li cihê ku ji DAIŞê têne standin tên bicihkirin. Pêwistiya me bi hêzeke zêdetir heye."(sputnik)
HABERE YORUM KAT
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.