1. HABERLER

  2. SPOR

  3. Fînalîstên Kupaya Cîhanî Xirvatistan û Fransa Ne
Fînalîstên Kupaya Cîhanî Xirvatistan û Fransa Ne

Fînalîstên Kupaya Cîhanî Xirvatistan û Fransa Ne

Di Kupaya Cîhanî ya Futbolê ya 2018’an de Xirvatistanê Brîtanya bi skora 2-1 têk bir û rabû fînalê.

A+A-

90 deqîqeyên maça Xirvatistan û Brîtanya bi skora 1-1 bi dawî bû û di deqîqeya 109’an ya dema dirêjkirî de, Xirvatistan bi gola Mario Mandzukic ket pêşîyê û maç wisa bi dawî bû.

Xirvatistan di dîroka xwe de cara yekê rabû fînalê.

Fransa û Xirvatistan dê di 15’ê Tîrmehê de bo sitandina kupaya cîhanî bilîzin.

Di Kupaya Cîhanî 1998’an de, Xirvatistan piştî têkçûna li hember Fransayê, bûbû sêyem û Fransa jî di fînalê de bi ser ketibû û bûbû şampîyon.

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.