1. HABERLER

  2. SÖYLEŞİ

  3. Firokeyên şer taxên derdora Efrînê bomberdiman kirin
Firokeyên şer taxên derdora Efrînê bomberdiman kirin

Firokeyên şer taxên derdora Efrînê bomberdiman kirin

Firokeyên şer ên artêşa Tirkiyê çend kolanên destpêkê yên navenda Efrînê bomberdiman kirin û şer û pevçûnên li nêzîkî navenda Efrînê jî berdewam in.

A+A-

Êrişên Artêşa Tirkiyê û çekdarên hin grûpên ser bi Artêşa Azad a Sûriyê ve bo ser Herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê ji 20ê Çileya 2018ê ve berdewam in.

 

Medyaya nêzîkî YPGê ragihand ku şevê din balafirên şer ên artêşa Tirkiyê taxên derdora Efrînê bordûman kirine û ziyaneke mezin gihandine wan kolanan.

 

Li gorî zanyariyên ku hatine belavkirin, di şer û pevçûnên li nêzîkî navenda Efrînê de, 120 leşkerên Tirkiyê û çekdarên opozîsyonê yên girêdayê Enqerê hatine kuştin.

 

Ji aliyekî din ve, berpirs û saziyên Rêveberiya Xweser bang li Kurdên li welat û diyasporayê kir ku ji bo rakirina metirsiya li ser canê sivîlan, xwepêşandanên berfireh pêk bînin.

 

Bi gotina  berpirs û saziyên Rêveberiya Xweser niha artêşa Tirkiyê û çekdarên opozîsyona Sûriyê 2 kîlometreyan ji navenda Efrînê dûr in û metirsî heye ku hejmareke zêde ya xelkê sivîl bibe qurbanî.(rudaw)

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.