1. HABERLER

  2. DÜNYA

  3. Firokxaneyên Herêma Kurdistanê hatin vekirin
Firokxaneyên Herêma Kurdistanê hatin vekirin

Firokxaneyên Herêma Kurdistanê hatin vekirin

Piştî nêzîkî şeş mehan ji girtinê, Serokwezîrê Iraqê biryara vekirina firokxaneyên Herêma Kurdistanê li pêş geşta navdewletî derkir.

A+A-

Li gor daxuyaniyeke Nivîsgeha Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî, qedexeya li ser geştên navdewletî yên li ser her du firokxaneyên navdewletî yên Hewlêr û Silêmaniyê hate rakirin.

Di daxuyaniyê de amaje bi wê jî hat kirin, Heyder Ebadî ligel Herêma Kurdistanê lihev kir, ku li gor destûra federalî ya Iraqê firokxaneyên Herêma Kurdistanê were birêvebirin.

Wek di daxuyaniyê de hatiye, sîstema birêvebirina firokxaneyên Kurdistanê û deriyên sînorî bi desthilata federalî ve têne girêdan û karmendên passpot û karmandên firokxaneyan vedigire ser bi Wezareta Navxwe ya hikûmeta federalî.

Diyar kir jî, komîteke taybet ji aliyê Herêma Kurdistanê û desthilatên federalî ji bo birêvebirina firokxaneyan pêk tê, ji bo pabendbûna bi peyrewên federalî û raportan arasteyî serokwezîr bikin.(k24)

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.