1. HABERLER

  2. DÜNYA

  3. Fransa: Em Rojava wek dewleta serbixwe nas dikin
Fransa: Em Rojava wek dewleta serbixwe nas dikin

Fransa: Em Rojava wek dewleta serbixwe nas dikin

Wezîrê Dadê yê Fransayê Nicole Belloubet di daxuyaniyeke xwe ya derbarê darizandina hemwelatiyên fransî yên DAIŞî ku ketine destê YPGê de got, ew wek dewleteke serbixwe pênaseyê li rêveberiya Rojava a kurdên Sûriyê dikin.

A+A-

Wezîrê Dadê yê Fransayê Belloubet ji radyoya RMC ya fransî re axivî û diyar kir, ger girtiyên DAIŞê yên hemwelatiyên Fransayê ku ketine destê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) û YPGê di çarçoveya hiqûqê de bên darizandin û mafê wan ê parêzeran hebe, ew dê dadgehên Rojava nas bikin.

 

Belloubet herwiha bal kişand ser ku ew rêveberiya Rojava a di bin kontrola Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) de jî wek dewleteke serbixwe nas dikin.

Hefteya borî jî wezîrê dadê li ser girtina jina DAIŞî ya hemwelatiya Fransayê ragihandibû ku ew naxwazin Emilie Konig vegere Fransayê.

BERDEVKÊ MACRON JÎ GOTIBÛ, 'KURDISTANA SÛRIYÊ'

 

Herwiha Berdevkê Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron, Benjamin Giveaux jî li ser darizandina hemwelatiyên fransî yên milîtanên DAIŞê dabû xuyakirin ku rêveberiya Rojava dikare wan dadgeh bike û peyva Kurdistana Sûriyê bilêv kiribû. (sputnik)

Önceki ve Sonraki Haberler

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.