1. HABERLER

  2. POLİTİKA

  3. Fransa, pêgeha wê ya cîhanî û bandora wê bo ser Pirsa Kurd
Fransa, pêgeha wê ya cîhanî û bandora wê bo ser Pirsa Kurd

Fransa, pêgeha wê ya cîhanî û bandora wê bo ser Pirsa Kurd

Macron berî hevdîtin û civînên xwe yên li gel berpirsên Lubnanê û aliyên siyasî yên wî welatî, serdana hunermenda navdar a Lubnanî Feyrûz kir.

A+A-

Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron bi serdanekê li Lubnanê ye û îro serdana cihê teqînên li Beyrutê kir û biryar e paşê ji wir ve serdana Iraqê bike û li gel berpirsên Iraqê û Herêma Kurdistanê bicive. Armanca Macron ji wan serdanan, gotûbêjkirina rewşa siyasî ya herdu welatan e.

Macron berî hevdîtin û civînên xwe yên li gel berpirsên Lubnanê û aliyên siyasî yên wî welatî, serdana hunermenda navdar a Lubnanî Feyrûz kir.

Her îro Serokkomarê Fransayê li gel Serokkomarê Lubnanê Mîşêk Awn hevdîtin pêk anî û pêkanîna hikûmeta nû ya Lubnanê û plana Fransa bo rewşa niha ya Lubnanê mijarên sereke yên gotûbêjên herdu aliyan bûn.

Plana Macron ji bo encamdana çaksaziyên siyasî û aborî li Lubnanê ye.

Berî ku Macron serdana xwe bo Lubnanê destpê bike, aliyên Lubnanî jibo pêkanîna hikûmeta nû, li ser Mistefa Edîb li hev kirin, ku balyozê berê yê Lubnanê li Almanya bûye. Piraniya aliyên Lubnanî tevî Hizbullahê jî piştgirî li Mistefa Edîb dikin.

Edîb kesekî Sunnî û serbixwe ye û eger bikare hikûmeta nû pêk bîne, dê serkirdatiya qonaxa bihê ya li Lubnanê bike.

Biryar e piştî serdana xwe y abo Lubnanê, Emmanuel Macron serdana Bexdayê jî bike û li wê derê li gel rayedarên Iraqê û Herêma Kurdistanê bicive.

Bandora Fransa li ser biryarên navdewletî

Ji dema Napoleon Bonaparte yê yekem ve heta serdema general Charles de Gaulle, Fransa xwedî bandor û hejmoniyeke mezin bûye li Hindistanê, Rojhilata Navîn û Afrîqayê. Bi encamdana reforman û reformên di destûra welat de û ragihandina komara pêncem, Fransa li ser asta Ewropa û cîhanê siyaseta xwe ya koloniyalîzmê veguherand bo dîplomasiya tifaqa navxweyî, herêmî û cîhanî. Wan guhertinan, pêgeha Fransayê bihêz kirin.

Li Rojhilata Navîn, bi taybetî di warê diyarkirina nexşeyên nû yên welatan û bicîhkirina sîstemên nû de, roleke girîng a Fransayê heye, lewra di mijara çareserkirina pirsgirêkên navdewletî de jî çavê her kesî li ser wî welatî ye.

Fransa beşdarî di damezrandina Yekîtiya Ewroapyê de kiriye, ku destpêkê bi navçeya bazirganî destpê kir û paşê bû yekîtiyek bihêz û di destpêka sedsala 21an de jî ew yekîtî bû xwediyê diraveke hevbeş. Niha jî Fransa yek ji welatên plandanerê Yekîtiya Ewropayê ye.

Di nava NATO de jî Fransa roleke wê ya bibandor heye. Fransa yek ji 12 welatên damezrênerên NTAO ye, ku ew hevpeymanî piştî 70 salan niha ji 30 welatan pêk tê, û Fransa piştgirekê serekî yê berfirehkirina NATO û zêdebûna hejmara endamên wê bûye.

Di nava Encûmena Asayişa Navdewletî de, Fransa endamê hertimî û xwediyê mafê Vetoyê ye. Di wê encûmena navdewletî ya giring de ku biryarên wê bo tevahiya cîhanê ne, Fransayê heta niha bi dehan pirsên siyasî yên aloz xistine nav kar û acendaya civînan û raya giştî ya cîhanê li ser wan mijaran xistiye tevgerê.

Yek ji biryarên naskirî ku Fransayê roleke mezin têde dîtiye, biryara 688 a Encûmena Asayişa Netewên Yekgirtî ye ku di 5ê Nîsana 1991an de û piştî serhildana xelkê Başûrê Kurdistanê û paşê koça milyonî ya wan, derket û b I wê biryarê hêla 36 derece hat danîn û rê li êrîşên hêzên hikûmeta Iraqê bo ser Başûrê Kurdistanê û komkujkirina Kurdan hat girtin.

Piştî ku Emmanuel Macro li Fransayê desthilata seromkomariyê wergirt û di 14ê Gulana 2017an de derbasî Koşka Elyseeyê bû, siyaseta derve ya Fransayê bihêztir ji caran xuya bû. Macron bi helkefta 100 salî ya bidawîhatina şerê cîhanî yê yekem, serkirdeyên nakok ên cîhanê li Parîsê li hev civandin.

Li berdem Putin û Trump, Serokomarê Fransayê rexne li siyaseta welatan girt û behsa metirsiya dûrketina hêzên mezin ên cîhanê ji hev û derketina şerê aborî û siyasî di navbera wan de kir.

Peywendiyên Fransa û Kurdistanê

 

Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron roja Çarşemê 2ê îlona 2020ê bo çend demjimêran serdana Bexdayê dike û ligel serokatiyên Iraqê û Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî dicive, mijara serekî ya wê serdanê jî serweriya Iraqê ye.

Peywendiyên navbera Kurd û Fransa û Frensiyan ji serdema Şoreşa Îlonê ve berdewam in, wê demê rojnamevanên Fransî hatin Başûrê Kurdistanê û nûnerê Şoreşê li Fransayê hebû, herwiha pizîşkên FFransî jî di nav Pêşmergeyan de xizmet dikirin.

Piştre pêkanîna “Herêma Dije-firîn” di sala 1991ê de pêşniyara Fransayê bû ku dawî wek biryara 688 a Encûmena Asayîşa Navdewletî derket, armanca biryarê parastina axa Herêma Kurdistanê bû ji êrîşên desthilata Sedam Husên.

Di şerê dijî DAIŞê de jî, Fransa yek ji welatên herî diyar bû ku piştgiriya Herêma Kurdistanê û Pêşmerge kirin, bi çek, teqemenî, meşq û şandina hêza serbazî bo rûbirûbûna DAIŞê di çarçoveya Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî wê rêxistinê de.

Paşê di dema ferzkirina dorpêçên hikûmeta Iraqê bo ser Herêma Kurdistanê de piştî 16ê Cotmeha 2017ê, Fransa yekem welat bû ku gemaroya dîplomatîk û siyasî li ser Hewlêrê têk şikand û Serokwezîrê wê demê yê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi fermi vexwend û piştîvaniya xwe anî ziman bo çareserkirina pirsgirêkên Hewlêrê ligel Bexdayê û guşar li Bexdayê kir bo rêkeftina ligel Hewlêrê.

Fransa berdewam tekez dike ku piştgiriya Kurd dike, di helwêsta herî nû de jî, Wezîra Berevaniyê ya Fransayê Florence Parly ku hefteya derbasbûyî serdana Hewlêrê kir, piştîvaniya welatê xwe bo Herêma Kurdistanê û Hêzên Pêşmerge anî ziman.

Di meha Temûza derbasbûyî de, Wezîrê Derve yê Fransayê Jean-Yves Le Drian serdana Iraq û Herêma Kurdistanê kir, di serdana xwe de tekez kir ku divê Iraq xwe ji aloziyên herêmî dûr bixe û serbixweyiya xwe biparêze.

Fransa û Rojavayê Kurdistanê

 

Ji dema dirustbûna Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê, sala 2014an, Fransa di çend qonaxên hestiyar de helwestên cihêwaz û dostane li hember Rojavayê Kurdistnê nîşan dane. Ji bilî piştevaniyqa serbazî û mirovî, Fransa helwestên siyasî û dîplomasî jî ji bo parastina gelê Kurd li Sûriyê û yekrêziya Kurdan girtine ber.

Roja 19ê Nîsana 2019an, Macron pêşwaziya şandeke HSD kir û tekezî li ser berdewamiya piştevaniya HSD kir û biryar da ku aklîkariya diravî bo herêmê pêşkêş bike.

Her di Nîsana 2019an de, Fransayê destpêşxeriya yekrêziya Kurdî pêşkêş kir û heta niha jî, Fransa li kêlek Amerîka piştevaniya diyaloga Kurdî dike.

Dema ku di meha Çiriya Paşî 2018an, Trump ragihandi ku ew dê hêzên Amerîka ji Sûriyê vekişîne, Macron ew razî kir ku ji biryara xwe vegere. Herwiha dema ku roja 22ê Cotmeha 2019an, Trump careke din biryara vegişîna hêzan da, Macron du caran pêwendiya telefonî ligel serokê Amerîka kir û daxwaz kir ku hêzên xwe venekişîne

Li gor ku John Bolton, rawêşjarê berê yê Asayişa Niştimanî ya Amerîkayê di pirtûka xwe de belav kiriye, Macron ji Trump re gotibû: “Bala Tirkiyê li ser lêdana Kurdan e, û ligel DAIŞê jî, amade ye lihevkirinê bike.”

Piştî vekişandina hêzên Amerîka, Macron pêwendiya telefonî ligel Viladimir Putin kiribû da ku mîkanîzmayeke bo parastina Kurdan li Sûriyê bê peydakirin

Roja 28ê çiriya paşî 2019an, Macron bi tundî rexne li êrîşa Tirkiyê bo ser Rojavayê Kurdistnê kir û got, Em êrîşeke dijminkarî ji Hevpeymanekî me yê NATO li dijî navçeyekê dibînin ku Berjewendiyê me tê de li jêr metirsiyê ne

Roja 23yê cotmeha 2019, Fransa pêşwaziyê Mihemed Hemîd zaroka ku bi çekên fosforî yên Tirkiyê birîndar bûbû ji bo çareseriyê pêşwazî kir

Ji sala 2014an ve, Fransa 45 milyon dolar wek alîkarî bo Rêveberiya Xweser terxan kiriye.

Hejmara hêzên Fransayê berî biryara vekişandinê 250 serbaz bûn. Niha jî 120 serbazên Fransî, li Rimêlan, Zeviya el-Omer, û Zeviya Konîko hene

Li Rimêlan tîmeke bijîşkî ya Fransî alîkariyên bijîşkî û derûnî pêşkêş dike.

Li Zeviya el-Omer jî, hêzên Fransî hêzên HSD li ser topxaneyê rahênan dikin

Li gor çavdêr û şopîneran, Fransa êrênîtirîn helwest li hembera doza gelê Kurd li Sûriyê nîşan dide. Helwesta Fransa ew e ku mafên gelê Kurd ên rewa di çarçoveya yekparçeyiya xaka Sûriyê de bên garantîkirin.

Etiketler : , ,

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.