1. HABERLER

  2. GÜNCEL

  3. Gelo bi rastî Amerîka Kurdistaneke bihêz dixwaze?
Gelo bi rastî Amerîka Kurdistaneke bihêz dixwaze?

Gelo bi rastî Amerîka Kurdistaneke bihêz dixwaze?

Berdevka Wezareta Derve ya Amerîkayê li ser derbaskirina butçeya Iraqê bêyî beşdariya Kurdan ragihand ku ev mijar, mijareke navxweyî ye, lê belê bi awayekî eşkere pişgirî didin Kurdan û weke hevpeymanekî giring ê Amerîkayê bi nav dikin.

A+A-

Rayedarên Amerîkayê bi awayekî berdewam diyar dikin ku ew "peywendiyeke baş ligel Kurdistaneke bihêz di Iraqeke yekgirtî de" dixwazin.

Berdevka Wezareta Derve ya Amerîkayê Heather Naurte li ser derbaskirina butçeya Iraqê tevî nerazîbûna Kurdan, diyar kir: “Peywendiyên me yên baş ligel Kurdan û hikûmeta Iraqê heye. Em wan teşwîq dikin ku nakokiyên xwe çareser bikin. Li ser butçeya ku hatiye derbaskirin jî, ev mijareke navxweyî ye û em naxwazin li ser biaxivin. Lê me bi awayekî eşkere piştgiriya xwe bo hikûmeta Iraqê û herwiha bi taybetî bo Kurdan nîşan daye. Ew hevpeymanên me yên giring in.”

Lê belê ne zelal e ku mebesta Amerîkayê bi "Kurdistaneke bihêz" çi ye, hikûmeta Iraqê û rayedarên wê, bi hincetên hûrbîniya teknîkî paşxistina daxwazên Herêma Kurdistanê didomînin.

Cîgirê Serokê Dîwana Serokatiya Iraqê Nufel Hesen ji Rûdawê re ragihand: “Çend lijneyên hikûmeta navendî hene ku ligel birayên me yên Kurd dixebitin ji bo hûrbîniya meaşên karmendên herdu wezaretên perwerde û tendirustiyê, hikûmet weke ku birêz serokwezîr ragihandiye rijd e li ser dayîna meaşên karmendan piştî hûrbîniya lîsteyan, herwiha li ser wê yekê jî rijd e ku Herêm vegere nav Iraqê û peywendî gelek baş bibin.”

Li cem çavdêrên siyasî û rayedarên Herêma Kurdistanê ev pirs çêbûye ku "Gelo Amerîka bi rastî Kurdistaneke bihêz dixwaze? Eger wisa be, çima zextê li Iraqê nake?"

Îdareya Donald Trump yek ji wan îdareyan e ku rûbirûyî gelek pirsgirêkên naxweyî bûye. Ji sedî 43ê karmendên Koşka Spî di serokatiya Donald Trump de dest ji kar kişandine û niha jî zêdetirî 200 postên îdareya Amerîkayê vala mane, ev jî bûye sedema lawazbûna Wezareta Derve ya Amerîkayê.

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.