1. HABERLER

  2. GÜNCEL

  3. Gelo Tirkiye li Cerablusê baregeha leşkerî ava dike?
Gelo Tirkiye li Cerablusê baregeha leşkerî ava dike?

Gelo Tirkiye li Cerablusê baregeha leşkerî ava dike?

Hat îdîakirin ku Hêza Çekdar a Tirkiyeyê (TSK) û Artêşa Sûriyeya Azad (ASA) li bajarê Cerablusê baregeha leşkerî ava dike.

A+A-

Piştî Operasyona Mertalê Firatê, li gorî îdîayan Hêza Çekdar a Tirkiyeyê (TSK) û Artêşa Sûriyeya Azad (ASA) li herêma Cerablusê ku destpêka operasyonê bû baregeheke leşkerî ava dike.

Li gorî nûçeya malpera înternet a Kararê, di wêneyan de xebatên ku tê îdîakirin baregeha leşkerî lê ava dibe berdewam in û gelek çadir hatine vedan.

ERDOGAN GOTIBÛ ‘EM AMADEHIYA OPERASYONÊN NÛ DIKIN'

Herwiha Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan di axaftina xwe de ragihandibû ku Operasyona Mertalê Firatê bi dawî bû, lê li herêmê ji bo operasyonên din ên nû amadehî têne kirin.

Erdogan di berdewamiya axaftina xwe de gotibû: "Piştî ku li Sûriyeyê herêma El Babê jî ji terorîstan hat paqijkirin etaba pêşî ya operasyonê bi dawî bû. Niha qediya. Piştî vê jî dê operasyon bibin. Niha jî ji bo ku li herêmên din em terorîstan têk bibin amadehiya operasyonên nû têne kirin."

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.