1. HABERLER

  2. DÜNYA

  3. Generalê amerîkî: Em ji Iraqê venakişin
Generalê amerîkî: Em ji Iraqê venakişin

Generalê amerîkî: Em ji Iraqê venakişin

Fermandarê amerîkî yê di nava koalîsyona hevpeyman a dijî DAIŞê de General Stephen Townsend di axaftina xwe de ragihand ku hetanî ewlehî saz nebe em ji Iraqê venakişin.

A+A-

General Stephen Townsend li Bexdayê di axaftina xwe ya çapemenî de got: “Hetanî polîs û hêzên ewlehî yên Iraqê bikaribin welatê xwe îdare bikin wê ji aliyê leşkerên zana û pispor ên koalîsyonê ve werin perwerdekirin. Her wiha di çarçoveya tekoşîna dijterorê de wekî koalîsyona hevpeyman wê hevkariya me bi hêzên iraqî re berdewam be.”

 

Stephen Townsend di berdewamiya axaftina xwe de got: “Di rojeva me de çêkirin an jî avakirina baregehên nû tineye. Lê em dixwazin baregehên koalîsyona hevpeyman ê leşkerî ku di nava Iraqê de dimînin bi hêztir bikin. Hetanî li Iraqê ewlehî bi temamî neyê sazkirin wê hêzên koalîsyonê li Iraqê bimînin.” (sputnik)    

Etiketler : , ,

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.