1. HABERLER

  2. GÜNCEL

  3. Geşedanên îro yên şerê Efrînê; 52mîn roja êrişan
Geşedanên îro yên şerê Efrînê; 52mîn roja êrişan

Geşedanên îro yên şerê Efrînê; 52mîn roja êrişan

Di 52emîn roja êrîşa ser herêma Efrînê de, firokeyên şer ên Artêşa Tirkiyê derdora bajar bombebaran kirin.

A+A-

Çavkaniyekê ji nav Efrînê ji Rûdawê re da zanîn, ku îro ji saet 5:00 heta saet 6:00ê sibehê bi dema Efrînê, firokeyên şer ên Tirkiyê bi 6 rokêtan derdora bajarê Efrînê bombebaran kirin.

 

Li gorî çavkaniyê, bombebaran zêdetir rojavayê Efrînê û li ser riya Cindirêsê dike armanc û ew rê di encama bombebaranê de li ser hatinûçûnê hatiye qutkirin.

 

Hêzên Tirkiyê çend gund kontrol kirine

 

Çavkaniyên xwecihî herwiha dibêjin, li devera Reco, hêzên êrîşkar gundên Hucemala, Çaqmaqa biçûk, Çaqmaqa mezin, Çençeliya, Elemdara û Cela kontrol kirine.

 

Li devera Bilbilê jî, Artêşa Tirkiyê û çekdarên ser bi wê ve gundê Xilalka li rojavayê bajarokê Bilbilê kontrol kirine.

 

Li devera Şêrawa jî, hêzên êrîşkar gundê Gubilê li rojavayê Cilbirê kontrol kirin û niha 8 kîlometreyan ji eniya şer a rojavayê Efrînê dûr in.

 

Medyaya nêzîkî YPGê jî ragihand, îro şer û pevçûnên tund li gundên Qizilbaşa, Dêrwîş û Kotana li sînorê bajarokê Bilbil derketine.

 

Rewşa mirovî li Efrînê xirab e

 

Di warê mirovî de jî, rewşa sivîlên nav bajarê Efrînê zehmettir û dijwartir dibe.

 

Çavkaniyekê ji nav bajarê Efrînê ji Rûdawê re da zanîn ku tevgera bazarê pir kêm bûye û êdî nan jî têra nişteciyê efrînê nake û xaz jî qut bûye û her kirîza avê jî berdewam e.

 

Piştî 52 rojan ji êrîşa li ser herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê ji aliyê hêzên Tirkiyê û çekdarên girêdayî wî welatî ve, hêzên êrîşker ji navenda bajarê Efrînê nêzîktir dibin, ku heta niha zêdetirî nîv milyon sivîl di nav de dimînin.

 

Pêştir Rewangeha Sûrî ya bo Çavdêriya Mafên Mirovan jî ragihandibû, ku di encama êrişên berfireh ên hêzên Tirkiyê û topbaran û bombebarankriina dijwar a herêmê ji aliyê topxane û firokeyên şer ên Tirkiyê ve rewşa mirovî li herêma Efrînê û bi taybet li nav bajarê Efrînê gelek xirab e.

 

Rewangeha Sûrî ya bo Çavdêriya Mafên Mirovan herwiha gotibû, ku xetera mirinê bûye gefeke rasteqîn li ser nifûsa zêdetir ji nîv milyon kesên li Efrînê.

Önceki ve Sonraki Haberler

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.