1. HABERLER

  2. BİLİM / TEKNOLOJİ

  3. Google re 2.42 mîlyar Ewro ceza
Google re 2.42 mîlyar Ewro ceza

Google re 2.42 mîlyar Ewro ceza

Komîsyona Ewrûpayê weke motora lêgerînê ji Google re ji bo serdestiya xwe ya di bazarê de bi xerabî bikaraniye, 2.42 mîlya Ewro cezayê pere da. Divê di nava 90 rojan de, şiklê xebata xwe biguhêre û ji bo îtîrazê jî 2 meh wextê wê heye.

A+A-

YE ji Google dixwaze ku di bazirganiya ser motora lêgerînê de, muameleya wekheviyê bike. Di vê mijarê de jî divê Google di nava 60 rojan de, wê çawa vê muamelê bike, bi planên xwe ve bide YE yê û di nava 90 rojan de jî bicîh bîne. Eger vêya neke, wê rojê li dora 12,5 mîlyon Ewro ceza bide.

Google bersiva YE da û got: “Hun dikarin bi rihetî û zû malên ku dixwazin peyda bikin, li ser googlê bibînin û reklamkar jî dixwazin wan malên han bidin nasîn. Google jî bi hezaran reklamên weha ku ji bo her dû aliyan jî başe, wan tîne ber hev û reklamên wan nîşan dide. Tevî ku em ji biryara we re rêz digrin lê em tevli biryara we nabin. Em ê îtîraza xwe li biryara we bikin û herin rêya temyîzê. Em ê biryara YE baş bixwînin, lê binêrin û bertekên xwe nîşan bidin.” (peyamakurd)

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.