1. HABERLER

  2. POLİTİKA

  3. Grûpên çekdar çekên xwe ji rojhilatê Idlibê vedikşînin
Grûpên çekdar çekên xwe ji rojhilatê Idlibê vedikşînin

Grûpên çekdar çekên xwe ji rojhilatê Idlibê vedikşînin

Grûpên çekdar ên opozisyona Sûriyê ku cihê xwe di nav bereya Niştimanî ji bo Rizgarkirinê de digirin dest bi vekişandina çekên xwe yên giran ji rojhilatê parêzgeha Idlibê kirine.

A+A-

Grûpên çekdar ên opozisyona Sûriyê ku cihê xwe di nav bereya Niştimanî ji bo Rizgarkirinê de digirin dest bi vekişandina çekên xwe yên giran ji rojhilatê parêzgeha Idlibê kirine.

Vekişandina çekên giran di çarçoveya rêkeftina Soçî ya navbera Tirkiyê û Rûsyayê de pêk tê. Li aliyekî din, piştî şerekî giran di navbera her du grûpên Desteya Rizgarkirina Şamê û Bereya Niştimanî li rojavayê Helebê, her du grûpan rêkeftina agirbestê îmza kir.

Nêzîkbûna 15ê mehê ku biryar e divê heta wê demê herêm ji çekên giran bê paqijkirin, sersiya xwe avêtiye ser meydana parêzgeha Idlibê. Ji aliyekî ve, grûpên çekdar ên nêzîkî Tirkiyê çekên xwe yên giran ji hin deveran vedikişînin û ji aliyekî din ve şer û pevçûn di nava wan grûpan û Desteya Rizgarkirina Şamê, anku Nusreya berê, li hin deveran derketine.

 

Li gorî ajansan, grûpên çekdar ên ku cihê xwe di çarçeveya Eniya Niştimanî ji bo Rizgarkirin ku nêzîkî Tirkiyê ye digirin dest bi vekişandina çekên xwe yên giran ji gundên rojhilatê Idlibê kirine.

 

Li rojavayê Helebê jî piştî şer û pevçûnên giran di navbera çekdarên Desteya Rizgarkirina Şamê, anku Nusreya berê û Eniya Niştimanî ji bo Rizgarkirinê ku nêzîkî Tirkiyê ye, her du grûpan li ser agirbestê rêkeftin kir.

 

Herdu grûpên Artêşa Idlibê ya Azad û Feyleq el-Şam dest bi vekişandina topxane û çekên giran ji devera Ebû Dihûr li rojhilatê Idlibê kirine.

 

Li gorî berpirsekî opozisyona Sûriyê, grûpên Eniya Niştimanî ji bo Rizgarkirinê ku Tirkiyê piştevaniya wan dike ji roja şemiyê ve dest bi vekişandina çekên giran kiriye û dê prosesa vekişandina çekan çend rojan bidome.

 

Li ser asta siyasî, Rûsya, Tirkiyê û Îranê ji şanderê navdewletî Staffan De Mistura xwestiyê ku hikûmeta Sûriyê li ser nûnerên civaka sivîl di nav komîteyê de erê bike.

 

Her wiha Rûsya li ser daxwaza Sûriyê ku serokatiya komîteya û sêyeka endamên wê ji aliyê hikûmeta Sûriyê ve bên destnîşankirin erê kiriye.

 

Ev yek jî bûye cihê dilgiraniya De Mistura û gefa wê yekê xwariya ku eger Rûsya di vê helwestê de berdewam be û komîteya dariştina destûra bê vê mîkanîzmayê bê damezirandin Netewyên Yekgirtî tu rewatiyê nade prosesê.

Di navbera kêbirkî û nakokiyên siyasî û pêşhateyên meydanî de, roja 15ê cotmehê roja yekalîker e. Eger heta wê rojê, xalên rêkeftina Soçî hatin cîbicîkirin, derî bêhtir li pêş prosesa siyasî vedibin.

Lê eger aliyên pêwendîdar, li ser erdê pabendî cîbicîkirina xalên rêkeftina navborî nebûn, dê careke din tank û top tevbigerin û lûleyên çekan ber bi hev biçin.

rudaw

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.