1. HABERLER

  2. POLİTİKA

  3. HDP di Bin Ambargoya Giran ya Medya Tirk de ye
HDP di Bin Ambargoya Giran ya Medya Tirk de ye

HDP di Bin Ambargoya Giran ya Medya Tirk de ye

Ajansa AFP ji zarê Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) radigihîne ku di dema kempeyna referandumê de ew di bin ambargoyeke giran de ye.

A+A-

HDP bal dikşîne ku tevî wergirtina 6 mîlyon dengan di hilbijartina dawî de, mafê axaftina televîzyonî ji rêvebir û endamên wê re nayê dayîn.

Daxuyanîya HDPê dide zanîn ku weşangera fermî TRT, rêziknameya xwe û ya Komîsyona Bilind ya Radyo û Televîzyonê ya Tirkîyê (RTUK) binpê dike û cîh nade xebat û kempeyna wan.

“Di navbera 1 û 22’ê Adarê de, di weşanên TRT de ji me re qet cîh nehate dayîn. Di heman demê de, 1,390 deqe dema weşanê ji Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) re û 2,723 deqe ji Recep Tayyîp Erdogan re hate dayîn.”

HDP bi berdewamî got ku di navbera heman dema qalkirî de di 17 televîzyonên netewî yên Tirkîyê de ti nûnerên HDP’ê ji bernameyên hilbijartin û gotûbêjan re nehatine vexwendin.

HDP ku partîya duyê ya opozîsyona Tirkîyê ye, di referanduma 16’ê Nîsanê de jibo dengê “Na” kempeynê dimeşîne û dibêje ku guhertina qanûna bingehîn dê hêza parlemanê rake û desthilata yek-kesî bîne.

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.