1. HABERLER

  2. POLİTİKA

  3. HDP: Nabe di Rewşa Awarte de hilbijartin werin lidarxistin
HDP: Nabe di Rewşa Awarte de hilbijartin werin lidarxistin

HDP: Nabe di Rewşa Awarte de hilbijartin werin lidarxistin

Meclisa Partî ya HDPê bi serokatiya Sezai Temelli civiya. Temelli berî civînê di daxuyaniya xwe de ragihand ku nabe di Rewşa Awarte de hilbijartin werin lidarxistin.

A+A-

Meclisa Partî ya HDPê bi serokatiya Hevserokê HDPê Sezai Temelli li navenda Giştî civiya. Temelli berî civînê di daxuyaniya xwe de got: "Di van şertên heyî de lidarxistina hilbijartinê daxwaza Tifaqa Komariye. Nabe di Rewşa Awarte de hilbijartin werin lidarxistin."

 

Hevserokê HDPê Sezai Temelli di axaftina xwe de got: "Dîsa dibêjin em ê Rewşa Awarte dirêj bikin. Ji ber ku naxwazin rûbiyê encameke ku Rewşa Awarte tunebe bimînin. Kîjan bazarên çepel ên koalisyonê dikin bila bikin, wê encamên meşrûiyeta ku ew dixwazin bi dest nexin û ew jî vê baş dizanin."

Temelli di berrdewamiya axaftina xwe de got: "Di çareseriya pirsgirêkên Tirkiyeyê de ne tenê mijara hilbijartinê divê em pêvajoya piştî biaxivin. Em ji vir bangî hemû partî heta kesên ku dengên xwe dabin AKPê dikin, destûr nedin îradeya we ya siyasî were îpotekirin. Pêşeroja Tirkiyeyê ji çareseriyên aştiyane û demokratîk derbas dibe."

Li gor daxuyaniya Temelli, Meclisa Partî ya HDPê wê di civîna xwe ya îro de wê stratejiya xwe ya pêşerojê binirxîne. 

 

Etiketler : ,

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.