
HDP: Sindoqên xwe neterikînin li benda encaman bisekinin
HDP daxuyaniyek belav kir û da zanîn ku ji encama referandûmê Erê jî derkeve û Na jî derkeve ew dê ji 3 paran 2 sindoqan îtîraz bikin her wiha bangî endam û xebatkarên xwe jî kir sindoqan neterikînin.
A+A-
HDP li ser hesaba xwe ya twitterê ragihand ku bê encam çi be bila bibe ew dê îtîraz bikin. Ji ber ku rêjeyên ku gihiştine berdestê wan amaje bi manîpûlasyonan dike. HDP her wiha weşana hikûmetê ya Ajans Anadoluyê jî bi encamdayînên manûpulatîf tawanbar kir û ji endam û hilbijêrên xwe re got:"Qetiyen ji daxuyaniyên AA yê îtîbar nakin û sindoqên xwe neterikînin.
HDP ragihand dê Osman Baydemîr derdora saet 21 de daxuyaniyek bide dezgehên ragihandinê.
HABERE YORUM KAT
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.