1. HABERLER

  2. YAŞAM

  3. HDP û DBP Îro li 21 Navendan Newrozê Pîroz Dikin
HDP û DBP Îro li 21 Navendan Newrozê Pîroz Dikin

HDP û DBP Îro li 21 Navendan Newrozê Pîroz Dikin

Newroza ku Partîya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) birêve dibin îsal li 21 navendan tê pîroz kirin

A+A-

Her du partîyan jibo 33 navendan amadekarîyên Newrozê kiribûn lê hikûmeta Tirkîyê nehişt ku ji xencî 21’ê Adarê, di ti rojên din de çalakîyên Newrozê werin li dar xistin.

Li Amedê ji 2002’yan vir ve cara yekê ewê Newroz di rewşa awarte de were pîroz kirin.

Di pîrozbahîyên Amedê de bi salan hevserokê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş û hevşaredarên wî bajarî Gultan Kışanak û Firat Anli diaxifîn, lê her sê jî îsal girtî ne.

Li ber e ku îro berdevkê HDP’ê Osman Baydemir û siyasetvanê derîn Ahmet Turk axaftinan bikin.

Bernameya Newrozê ewê li Amedê di saet 11’an de destpê bike û di 15’an de bi dawî bibe.

Li Stenbol, Îzmir, Çewlig, Semsûr, Qoser, Dêrsim, Dep, Bedlîs, Sêrt, Êlih, Dîlok, Bursa, Agirî, Manîsa, Hatay, Colemêrg, Wan, Cizîr, Gever û Mûşê jî Newroz îro tê pîroz kirin.

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.