1. HABERLER

  2. POLİTİKA

  3. HDPê Deklarasyona Banga ji bo Aştiyê eşkere kir
HDPê Deklarasyona Banga ji bo Aştiyê eşkere kir

HDPê Deklarasyona Banga ji bo Aştiyê eşkere kir

"Bernameya Têkoşîna Demokratîk"

A+A-

Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan û Mîthat Sancar, li Parlamentoya Tirkiyê  "Deklarasyona Banga ji bo Aştiyê" ragihandin û tê de diyar kir ku ew weke amade ne bi her kesên çareseriya demokratîk û aştiyê dixwazin re bixebitin.

HDPê, encama "Bernameya Têkoşîna Demokratîk" îro li Parlamentoya bi “Deklarasyona Banga Ji Bo Aştiyê” ji aliyê Pervîn Buldan û Mîthat Sancar  berî 1ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê di civîneke rojnamevanî de hat ragihandin û  bang li hemû aliyan kirin ku şer û bêkarî bi dawî bibe û Pirsa Kurd jî were çareserkirin.

Di deklarasyonê de hatiye gotin ku deshilatiya Tirkiyê bi şer û polîtîkayên aloziyê yên li Lîbya, Sûriye, Iraq, rojhilatê Derya Spî, Egeyê rewşê aloztir dike û tê diyarkirin, ev stratejiya şer û aloziyê Tirkiyê ber bi dahatuyeke nediyar ve dibe.

HDP di deklerasyona xwe de, israra di polîtîkayên şer de, her wiha neceribandina polîtîkayên aştiyê şaşitiyeke mezin e û hate gotin: “Eger Tirkiye pirsgirêka Kurd çareser bike û dawî li şer bîne dê li herêmê bibe nirxekî demokratîk û modeleke xurt. Ji bo vê jî işaret bi pêvajoya Mutabaqata Dolmabahçeyê hate kirin û hate ragihandin ku ji bo çareseriya meseleya Kurd ew pêvajo hîn jî hêja ye.

Em careke din bang li hêzên çareseriyê dixwazin dikin: Di vê mijarê de berpirsyariya me hemûyan heye. Kes nikare xwe ji çareseriyê bide alî. Em di demeke welê de ne ku kêr gihîştiye hestî. Çareseriya demokratîk û aştî xwe ferz dikin.”

HDP herwiha destnîşan kir ku ji bo çareseriya pirsgirêkê berpirsyariyeke girîng dikeve ser milê dijbereya Tirkiyê ya siyasî û civakî û dibêje: “Partiyên dijbereyê divê daxwazên gelê Kurd ên ji bo maf û azadiyê weke beşek ji armanca jiyana wekehev û hevpar û demokratîkbûna Tirkiyê bibîne." 

HDP di beşeke din a deklerasyona xwe de, diyar kir ku meseleya Kurd li derveyî rêbazên çekdarî û şer êdî bi bijarteyên diyalog û danûstandinan xwe bi rengekî dîrokî ferz dike û wiha hat gotin: "Ev pirsgirêk nabe ku tenê weke pirsgirêka Kurdan û HDPê bê dîtin. HDP di çareseriya prisgirêka Kurd de alîgirê maf û azadiyê ye. Ji bo pêkhatina azadî û mafê gelê Kurd pêwîste hemû beşên civakî yên li Tirkiyeyê bi roleke erênî tevbigerin. Weke HDP rola me diyalog û danûstandin e. Em amade ne bi her kesên çareseriya demokratîk û aştiyê dixwazin re bixebitin.”

Di xaleke din a deklarasyona HDPê de hate gotin: “Di meseleya Kurd de li derveyî rêbazên çekdarî û şer êdî bijarteyên diyalog û danûstandinan xwe bi rengekî dîrokî ferz dikin. HDP'ê destnîşan kir ku ji bo vê jî divê hemû alî li paşeroja gelên Tirkiyeyê bifikire û bi fedakarî berpirsyariyên xwe pêk bînin, gavan biavêjin.Partiya me ji polîtîkaya xwe ya çareseriya demokratîk û aştiyê, ji perspektîfa jiyana wekhev û hevpar, ji israra gelê me ya di aştiyê de, ji hêza xwe ya têkoşînê û biryardariya xwe bawer dike. 

HDP di mijara çareseriya aştiyane û demokratîk de amade ye berpirsyariyên xwe pêk bîne. Aştî ne tenê rawestandina şer e. Mebest ji aştiyê ew e ku planeke hevpar a çekan bêdeng bike bê afirandin û lji bo çareseriya pirsgirêka Kurd a 100 salî gav bi hev re bên avêtin. Eger ji bo aştiyê em bi hev re tênekoşin em ê nikaribin aştî, demokrasî û azadiyê bi dest bixin. Di mijara meşa bi hev re de em ti carî dest ji biryardariya xwe bernadin. Em ji dil bawer dikin ku em ê bi hev re bi ser bikevin."

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.