1. HABERLER

  2. POLİTİKA

  3. HDPê ji bo 2018 nexşerêya xwe amade kir
HDPê ji bo 2018 nexşerêya xwe amade kir

HDPê ji bo 2018 nexşerêya xwe amade kir

Koma Parlamenê ya HDPê ku li Amedê civiyabû, ji bo sala 2018an nexşerêya xwe diyar kir. Di civîna ku li ser amadehiyê Kongreya 3. ya HDPê sekinî de, biryara Demirtaş ku dê nebê hevserok jî hat nirxandin.

A+A-

Koma Parlamenê ya HDPê ku di 4-5ê Çile de li Amedê civiyabû, armancên xwe yên sala 2018an de nirxandin.

Di daxuyaniya ku HDPê ragihandiye de hatiye diyar kirin ku dê sala 2018an ji bo Tirkiyê bibe saleke diyarker.

Daxuyaniya ku tê de hatiye gotin ku, Kongreya 3. ya HDPê ku dê di 11 Sibat 2018an de li Enqerê bê li darxistin, ne tenê ji bo HDPê, lê ji bo hemû muxalefeta civakî gelekî giringe weha berdewam dike.

 

"Di rojên pêş me de, parlamenterên me, dê di konferansên herêmî yê partiya me de, armancên me yên nû bi endamên me re nîqaş bikin. Dê li hember cilên yekreng yêku dixwazin li girtîgehan li mehkûman bikin dengê xwe derxin û dê têkoşîna azadkirina bi hezaran girtiyên siyasî berdewam bikin. Dê bi xizanî û gendeliyê re têbikoş in. Li hûndir û li derve ji bo ku dawiyê li rewşa awarte û amadekariyên şer bînin dê hewl bidin."

‘EM BIRYARA DEMIRTAŞ BI XEMGINÎ LÊ BI RÊZDARÎ PÊŞWAZÎ DIKIN'

Di daxuyaniyê de derbarê biryara Demirtaş ku dê nebe bernamzetê hevserokatiyê ev nirxandin hate kirin: "Wekî koma parlamenê, em biryara hevserokê xwe Selahatin Demirtaş ku li girtîgeha Edirne bi awayekî neheq û bêhiqûq tê girtin ku aşkere kiribû, ‘ji bo em demsala têkoşîna siyasî bi awayekî bihêztir pêşwazî bikin, em kultura demokrasiyê bînin nava siyaseta demokratîk û em feraseta ne ji bo kursî lê ji bo gel û xizmet û siyasetê bikin cîbîcî bikin ez nabim hevserok' bi xemgînî lê bi rêzdarî pêşwazî dikin. 

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.