1. HABERLER

  2. GÜNCEL

  3. Hejmara kuştiyên Xezeyê gihişt 52 kesan
Hejmara kuştiyên Xezeyê gihişt 52 kesan

Hejmara kuştiyên Xezeyê gihişt 52 kesan

Wezareta Tendirustiyê ya Filistînê ragihand ku di encamên aloziyên Xezeyê de 52 kes hatine kuştin û 2400 kes jî birîndar bûne.

A+A-

Duh komeke mezin a xwepêşanderên Filistînê li ser sînorê Xezeyê û Îsraîlê kon vegirtin. Çalakvanan ji bo protestokirina veguhestina Balyozxaneya Amerîkayê ya ji bo Qudsê amadekarî dikirin.

Artêşa Îsraîlê xwest konan ji wir rake lê  çalakvanan rê nedan û li ser vê yekê alozî derket.

Wezareta Tendirustiyê ya Filistînê bi daxuyaniyekê ragihand ku di encamên aloziyên Xezeyê de 52 kes hatine kuştin û 2400 kes jî birîndar bûne.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku di xwepêşandanên li ser sînorê Xezeyê yê li aliyê Îsraîlê de bi tevahî 2 hezar û 410 Filistînî  bi guleyên çekan, kapsulên gazê û gaza rondikrêj birîndar bûne.

Xelkê Filistînê li ser sînorê Xezeyê yê li aliyê Îsraîlê kon vedane, ji bo protestokirina biryara Amerîkayê ku balyozxaneya xwe ji Tel Avîvê veguhest Orşelîm - Qudsê û 70emîn salvegera damezirandina Îsraîlê ku weke Nekbe (Karesata Mezin) tê binavkirin, xwepêşandanên berfireh li dar dixin. (rudaw)

 

Önceki ve Sonraki Haberler

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.