1. HABERLER

  2. GÜNCEL

  3. Helbesta Demirtaş hate qedexekirin
Helbesta Demirtaş hate qedexekirin

Helbesta Demirtaş hate qedexekirin

Hat ragihandin ku helbesta Hevserokê HDPê Selahattin Demirtaş hatiye qedexekirin.

A+A-

Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê, helbesta ku Demirtaş li Girtîgeha Edirneyê demek berê nivîsandibû bi hinceta ku tê de ‘propagandaya rêxistinê tê kirin' qedexe kiriye.

Li gorî agahiyên li ser Dihaberê hatine belavkirin, îro danê sibehê polêsan bi ser avahiya HDPê de girtine û pankarta ku li ser wêneyê Demirtaş û helbesta wî ya bi navê ‘Wêrekiya Vegir' hebû rakirine.

Li ser vê yekê Hevserokê Navçeyê Yasin Turan ê ku bertek da vê yekê ji aliyê polêsan ve hat binçavkirin û li midûriyeta ewlekariyê îfadeya wî hate girtin. Turan destnîşan kir ku ‘helbesta Demirtaş bi hinceta tê de propagandaya rêxistinê tê kirin, hatiye qedexekirin.'

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.