1. HABERLER

  2. POLİTİKA

  3. Hereketa Însan û Azadiyé Cejna zimané Kurdî Pîroz kır.
Hereketa Însan û Azadiyé Cejna zimané Kurdî Pîroz kır.

Hereketa Însan û Azadiyé Cejna zimané Kurdî Pîroz kır.

Azadiya miletekî bi azadbûna zimanê wî mimkûn e.

A+A-

Ziman û rengên însanan ayetek ji ayetên Xwedê ne.Ji ber vî her zimanek xwedî statûyeke tebi'î ye û înkarkirin,asîmîlekirin û tûnekirina her zimanekî di heman demê de înkarkirina ayetên Xwedê ne. 


Her însan berî her tiştî jiber "însan"bûyîna xwe xwedî gelek mafan e.Di nav van de mafekî sereke jî mafê ziman e û parastina mafê zimên li ser hemî pergalên hiqûqî ferz e.Ji ber vî jî divê her ziman bê parastin û xwedî statû be.
Ji sîyasetê heta ticaretê,ji hiqûqê heta perwerdehiyê,ji çapemeniyê heta danûstandinê divê di her qadên jîyanê de her ziman bijî û mafê xwe yê tebi'î bikar bîne. 


Zimanê kurdî ku îro li Tirkiyê zimanê dayîkê yê 25 milyon kurd e,tune tê hesibandin û di her qadên jiyanê de tê qedexekirin.Rê li ber tê tengkirin,bi awakî fermî wek zimanekî "tuneyî" tê hesibandin.Ev yek di heman demê de tunehesibandina miletê kurd e. 


Em wek Hereketa Însan û Azadiyê bi wesîleya "Cejna Zimanê Kurdî" daxwaziya azadiya zimanê kurdî dikin.Lewra em bawerin ku azadiya miletekî bi azadbûna zimanê wî mimkûn e.Ji ber vê jî emê bi hemî xîret û îmkanên xwe bixebitin da ku qedexe û zextên li ser zimanê kurdî bên rakirin.Ked û xebata me wê bibe perçeyek ked û xebata hezaran dildarê zimanê kurdî.Ew dildarên ku bi salan bi cewr û cefa ji bo azadiya zimanê xwe xebat kirine. 


Em bi wesîleya 15 Gûlanê di serî de şair û edîbên wek Ehmedê Xanî,Melayê Cizîrî,Feqiyê Teyran, Mîr Celadet Bedirxan, Cegerxwin u Mehmet Uzun bi rêz û spasî bibîrtînin û silav û spasiyên xwe pêşkeşî hemû şair,edîp,fîlozof û xebatkarên zimanê kurdî dikin. 


Cejna we pîroz be!

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.