
Heşda Şeibî hember kurdan hêzeke mezin kom dike
Hat ragihandin ku rêxistina Heşda Şeibî ku Îran piştgiriya wê dike ji bo operasyona li hemberî xwebexşên kurd hêzê kom dike.
A+A-
Li gor zanyariyên berdest, rêxistina Heşda Şeibî ku zêdetir piştgiriya xwe ji Îranê werdigre li derdora Xurmatûyê ji bo operasyona li hemberî ciwanên xwebexş ên kurd hêzeke mezin kom dike.
Wek tê zanîn piştî ku Xurmatû ji aliyê milîsên Heşda Şeibî ve hat dagîrkirin, komek xortên kurd ên wî bajarî bi awayekî xwebexş rahêştin çekên xwe û li dijî dagîrkeriya Heşda Şeibî derketin çiya. Ew xortên kurd car caran derbên giran li Heşda Şeibî didin.
Li gor çavkaniyên herêmî, Heşda Şeibî li gundê Xidir Welî hêzeke mezon kom kiriye û dixwaze li hemberî ciwanên xwebexş ên kurd operasyonê li dar bixin.
HABERE YORUM KAT
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.