1. HABERLER

  2. DÜNYA

  3. Hevdîtina Trump û Kim Jong-un li Sîngapurê hat lidarxistin
Hevdîtina Trump û Kim Jong-un li Sîngapurê hat lidarxistin

Hevdîtina Trump û Kim Jong-un li Sîngapurê hat lidarxistin

Civîna navbera Serokê Amerîkayê Donald Trump û Serokê Koreya Bakur Kim Jong-un li Singapurê hat lidarxistin.

A+A-

 

Donald Trump û Kim Jong-un li hotêla Kapela ya li welatê Singaprê bi hev re civiyan. Trump û Jong-un li pêşberî medyayên cîhanê silav li hev kirin û dest dan hev. Piştre her yek ji Serokên Amerîkayê û Koreya Bakur çend gotinên kurt ji medyayê re gotin. Kim Jong-un di destpêka hevdîtina li gel Trump de got: "Lidarxistina vê civînê hêsan nebû."

Civîna navbera Donald Trump û Kim Jong-un. wêne: AFP

Herwiha Trump jî got: "Ez pê şanazim ku di vê hevdîtinê de amade me. Pêwendiyên me di demên dahatî de wê gelek baş bin."

Civîna navbera herdu serokan bi tenê li pişt deriyên girtî dest pê kir. Di civînê de tenê Donald Trump û Kim Jong-un û du wergêrên ziman amade ne. Heyetên dîplomatîk ên Amerîka û Koreya Bakur jî li derveyî jûra civînê ne û bi rêya televîzyonê civînê dişopînin. Hevdîtina her du serokan bi taybet gotinên wan ên destpêkê di medyayên cîhanê de deng vedaye û ji aliyê şirovekaran ve tê nirxandin.

Hevdîtina dualî ya navbera Trump û Kim Jpng-un derdora nîv seetê dom kir û piştre herdu serok tevî heyetên herdu welatan li jûreke din dest bi civîneke din kirin.

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.