1. HABERLER

  2. DÜNYA

  3. Hevkariya Tirkiye – Rusya pêş dikeve
Hevkariya Tirkiye – Rusya pêş dikeve

Hevkariya Tirkiye – Rusya pêş dikeve

Di hevdîtina xwe ya li Soçî li Rusyayê, Serokdewletê Rusya Vladimir Putin û Serokomarê Tirkiyê Receb Tayyip Erdogan, daxûyaniya hevkariyê dan.

A+A-

Serokomarê Tirkiye got ku: “Hevkariya Rusya û Tirkiye, dikare qedera Rojhilata Navîn biguherîne. Bi Rusya re li ser kriza Suriye hevxebatên me dê dom bikin. Ji bo me ya herî girîng parastina yekxakî, yekparçeyî ya Suriyê ye. Em hêvîdar in li devera Idlib herêma ewle bê destnîşandan û bi hevkariya me, ew serbikeve.”

Ji aliyê xwe ve Putin spasiya seredana Erdogan kir û got ku: “Çareseriya li Suriye siyasî ye û dive bi rêya danûstandinan û diplomasiyê serbikeve.”

Her du welatan li ser gelek pêwendiyên aborî jî li hevûdu kirin, ku pêwendiyên xwe bihêztir bikin. Hevdîtina Putin û Erdogan 1,5 demjimaran ajot.

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.