1. HABERLER

  2. SÖYLEŞİ

  3. HEVPEYVÎN
HEVPEYVÎN

HEVPEYVÎN

Armanca me ewe ku em dengê xwe,dengê mileta xwe, rewşa zimanê me em bigînin Enqerê, Siyaseta Enqerê,gele rojevayê Tirkîyê û miletê Ewrûpa,miletê dinyayê. Ez hevîdarim pêşerojê de hûne gelek kar û xebatên me yê hin watedar û girîng bibînin.

A+A-

 

Axaftvan: Sedat DOĞAN –Endamê Platforma Zimanê Kurdî, Cîgirê Alîkarê Serokê Partîya Însan û Azadî

HABERAZAD: Hûn karin ji kerema xwe ra bi kurtayî, di derbarê avakirin û kar û xebatên Platforma Zimanê Kurdî da tiştna bibejin?

Sedat DOĞAN: EstexfÎrullah. Keremdarbin. Berî her tiştî, li Bahçesaraya Wanê aşît qewimî û bû sedema dilovanîya, 41 Xwişk û Birayên me. Em ji ber vê yekê ji Xwedayê dilovan û mihrîban ji dil û can dilovanîyê-rehmê, ji birîndarê xwe ra şifê, ji malbatên xwe ra sersaxî, sebr û deyaxê dixwazin. Xwedayê meyê herî mezin û bihêz li her derê welatê me, me gişan ji afatan, ji peşk û belayên wusa mezin biparêze.

Pilatforma Zimanê Kurdî, di payîza 2018’an da, di 20’e meha dawîn da (20ê Mijdarê 2018), ji alîyê 9 Partî û Hereketên sîyasîyên Kurdan hat avakirin. Bi beşdarbûna nêzî 150 Zimanzan, Rewşenbîr û Kesayetên Kurd li Amedê Konferansek hat çêkirin. Di wê konferansê da, li ser sê mijaran sê komxebat civîyan. Di her komxebatê da dora 30-40 kesî cîh girt. Û li ser mijarên xwe pêşnîyarên xweyên herî balkêş, cuda û girîng anîn ziman.

Ew mijar çibûn?

Ji bo Zimanê Kurdî carde wek dem û dewrana berê li ser axa Kurdan bibe zimanê rojanê, bib zimanê jîyanê:

1.Em ji milleta xwe çi dixwazin?

2.Em ji Dewletê çi dixwazin?

3.Em ji qada navnetewî çi dixwazin?

Di wan her 3 kom xebatan da :

- Pêşnîyarên balkêş, cuda û girîng hatin ziman

- Ji her partî û hereketên ku bi endamek dihat temsîlkirin, rêvebirîyek ji 9 kesa çebû hat hilbijartin. Vê Rêvebirîyê Berdevkekî hilbijart.

- Rêvebirî Bernameyek, dûr û nêzîk da berxwe. Di vê derbarê da encamnameyekê derxist û tê da îrada Xizmet û Serkeftina Zimanê Kurdî hat eşkerekirin. Bi medyayê û civakê ra hat parvekirin.

- Li gor elfabê:

1.DBP 2.HDP 3.H. Azadî 4.PAK 5.PİA(Partiyâ insan û âzadî) 6.PSK 7.KDP-B 8.KDP-T 9.KKP di vê xebatê da cih girtibûn.

Platformê li ser vê bingêhe dest bi kar û xebatên xwe kir…

Bû nezîkî du salan ev Platform bi awakî êrînî û hevbeş ji bo pêşketin û serkeftina Zimanê Kurdî di xebite. Ji bo serkeftina zimanê Kurdî pêvîstî bi çi kar û xebatan hebe bi awakî meşrû û legal wan kar û xebatan dike.

Platform çi karan dike?

Platformê hetanî îro di derbarê zimanê Kurdî da daxwuyanî daye. Li televîzyon û Radyoyan bernameyan çekirîye. Bi partîyên sîyasî, komelên civakî û dadgehî û aborî ra têkilî danîye. Hev dîtin û serdana wan kirîye.

Lê wek hûn jî zanin me sala çû hilbijartineke heremî, yanî hilbijartina Şaredarîyê derbaskir. Gelek bajar û navçêyen Kurd lê dijîn Şarêdarîyên wan ket destê tifaqa Partîyên Kurdan.

Wek Platforma Zimanê Kurdî hêvîya me ya mezin ji wê hilbijartinê û Şarederîyên Kurdan ev bû: Em bi temamê Şaredaryan ra ji bo Zarokên Kurdan ferî zimanê xwe bibin em bi hev ra li ser ziman projeyên mezin çêbikin û bidomînîn. Bi wê nîyetê me li Şaredarîya Mezin a Amed û Merdînê Serlêdan û hevdîtin kir. Me Wan jî xistibûu plan sazîyê, lê heyf û mixabin qayyiman pêşîya me birrî. Hevîya zarokên me ji binî qût kirin. Ji pirrê awan derfet û îmkanên me yê herî mezin ji dest hat girtin.

Lê em dîsa jî qet hêvîşikestî nebûn. Em kar û xebatên xwe ji berê mezintir, bi hêrs didomînin.

HABERAZADJi bo van agahîyên we yê girîng spasdarim. Di vê derbarê da ez ne şaşbim ev hefteya derbas bû hûn wek Platforma Zimanê Kurdî ji bo hin karên dîplomatîk çûbûn Enqerê. We li wir çi xebatkirin? We bi kî û kî ra hevdîtin kirin?

Sedat DOĞAN: Ser seran û ser çavan. Pirs ji we, agahî jî ji me. Me gotibû ev nêzî du salane ji bo pêşketin û serkeftina zimanê me, karê me berdewam didome. Ev çûna xwe ya Enqerê jî me ji berê plansazkiribû. Nêzî du meh berê me ev kar xistibû bernama xwe. Di 4-5ê Sibatê da me serlêdana sîyaseta Enqerê, MHP ne têde, bikin. Û di wî derbarî da me got em koma Milletan, Unesco, Koma Ewrupa jî bibînin.

Armanca me em dengê xwe, dengê milletê xwe, rewşa zimanê me ketîyê em bigîhejînîn Enqerê, Sîyaseta Enqerê, gele rojevayê tirkî û milletê Ewrupa, milletê dinyê. Ez hevîdarim di pêşerojê da hûne gellek kar û xebaten meyên hîn watedar û girîng bibînin.

HABERAZAD: Bi bexşînin. Ji bo çi we MHP li derve hişt?

Sedat DOĞAN: Bela MHP xwedî helwesteke Nîjatperestîya Tirkîtîyekî pirr hişk e. Li ser xwezayî û hemu mafê Kurd û Kurdistanê agahî û daxwîyanîyê pir tûj dide civakê û medyayê. Me got li vê hişkayîyê em bên himber hev, dibe em hevûdû bişkînin. Em ê bibin sedema bûyerên nebaş. Ji bo gellê me û ji bo pevajoyê wê hîn nebaşbibe. Ji ber wê yekê me ew nexist bernama xwe. Lê sibê MHP vegere ser hilwesteke mirovahîyek mequl, em ê bi wê ra jî tekîlîyê çêbikin. Ji bo zimanê Kurdî xetên meyî sor red û înkarî û dagirkerîya ser zîmanê me ye. Kî ji van tiştan dûr be em karin bi wan ra dayîn û stendinê bikin.

Di bernama mede heçî partîyen li meclîsê temsîlkarîya wan hebû, me daxwazîya hevdîtinê li wan kiribû.

İYİ PARTİ û AKP’e hetanî roja dawîn jî em li Enqerê bûn bersîva daxwazya me nedan. Koma Milletan(BM) gotibûn ji bon van xebatan tu sazîyên me li Tirkîyê tûnin. Di tekîlîya Unesco da şaşîtîyek çêbû. Me bi awayekî rast xwe negîhand hevûdû. Ji ber van sedeman em neçûn cem van sazîyan.

Me di asta Serokatîyê da hev dîtin bi HDP, CHP; Saadet P, Koma Yekîtîya Evrupa(AB) ra kir. Di pêre me bi Medya Kurdî ra hevdîtin û bernamê çêkir. Me bi Ajansa Mezopotamya ra hevpeyvîn çekir. Em çûn navenda Kurdistan24 û Rudaw Tv. Me bi wan ra him hevdîtin him jî bernameyên zindî çêkirin.

HABERAZAD: We ji gişan bi tevahî çi xwest? Wan ji we re çi got?

Sedat DOĞAN: Xal bi xal ez bêjim. Bi kurtayî me ji gişan ra ev got:

Daxwaz û gotinên me:

-Mafe tu kesî û tu hêzî tune ku mirovan û milletan ji xwezaya wan biqetîne. Zimanê wan ji ser rûyê êrdê rake.

-Mirina zimanek, mirina milletikî ye.

-Em nehatine vir, bi propogandaya reş hinka sûcdar û şermezarbikin. Em hatine mafê xweyê mirovahî, xwezayî bînin ziman. Rewşa zimanê xwe, ji alî perwerdê ve yê zarok û malbatên xwe bînin ziman.

-Zimanê Kurdî, ne zimanê netewekî, milletekî biçûk e. Zimanê Kurdî, Zimanê herî kêm 50 milyon mirov e. Kurd îro di nav sînorê 6-7 Dewletan da bi komî dijîn.

-İro Zimanê Kurdî bi pirranî li Tirkîye, Îran, Îraq, Sûrî, Ewrupa, Rusya, Ermenîstan, Azerbeycan, Efxnîstan, Lûbnan, Filîstîn, İsraîl, Misir, Hindîstan, heta li Emerîka bi deh hezaran, bi sed hezaran, bi mîlyonan dijîn.

-Li Tirkîyê tenê herî kem 25-30 mîlyon Kurd dijîn. Bacê didin vê dewletê. Jê ra leşkerîyê dikin. Heçî kanûn û daxwazîyên wê bi cih tînin.

Gorî mafê Dewleta û hem welatîyen li dinyê gerek ev dewlet jî vî mafê Kurdan ê xwezayî rokî berî rokî bi cîh bîne.

-Kurd dixwazin ji himêza dayîkê hetanî tirbê li hemî qadên jîyanê bi zimanê xwe bijîn.

-Ji deh hezar sal vir ve û hetanî salên 1970yan jî, Kurd hew bi zimanê xwe jîyan in.

- Em zarokbûn. Em nûh diçûn mektebê. Mamostên me li hemî deveran. Li Mektebê, li zikakê, li malê, li serê çîyê jî axaftina Kurdî li me qedexe kiribûn. Ger em li serê cîya jî bi Kurdî biaxivîna, me yê sibê li mektebê kutan bixwara. Wê nigê me têxistana felekê. Lewra hevalkî me kiribûn muxbîr û ajanê xwe. Em îspîyon dikirin. Ger em bi tirkî biaxivîna mezinê me li me dixistin. Digotin ev çi bê edebî ye hûn li himber me dikin.

-Em zarok bûn, bela bavê min bi tirkî nizanîbû, hew zimanê xwe zanîbû, serleşkerê Dewletê li ber çave min dû diranên bavê min şikand. Ez ê li hizûra Xwedê vê zilmê şikayet bikim.

-Li erdnîgarya Misilmana, bi te’rîf û nasandina Qur’anê, 4 ziman birayên hevin. Êrebî, Tirkî, Kurdî û Farisî. Lê mixabin ji van zimanan 3 heba, çawa gedeyên Hz. Yaqûb ji birayên xwe Hz. Ûsif beêcîn û ji bo bimre avêtin binê bîrê, wan jî li zimanê Kurda wanî kirine. Avetine binê bîrê ji bo bifetise.

Misilmanê îro gellekî bê exlaq bûne. Sûc û zilm û zordarîya li hev dikin gawur li wan nake. Lê haya me jî ji me tune. Em çi zilmê li hev dikin em dikin sûcê gawuran.

Îro rewşa zimanê Kurdî ev e. Tiştê bi serê zimanê Kurdî da hatîye bi seranser ev e. Misilman bi zora dewletê, bi zora qanun û yasa rê û derî li ber girtîye. Li tu deveran tu derfet nade. Di pê ra dibê welle Gawur nahêli em alîkarîya birayê xwe yê Misilmanê Kurd bikin… Hasilê kelam sûc giş dikeve stûyê gawiran, kafiran… Em vê edebîyatê xweş bi kar tînin.

-Îroj bi hêza Asîmîlasyon-Dagirkerî em Kurdên Tirkîyê di hundurê mala xwe da nikarin bi zarokê xwe ra zimanê xwe bi axivin.

Bav û gedek, kalik û torin, pîrik û torin, xesi û bûk, xezûr û zava nikarin di hundurê mala xwe da bi zimanê xwe yê deh hezar sal derdê xwe, mijarên xwe, hezkirin û naz û nîyazê xwe ji hev ra bibejin. Extîyar bi tirkî, gedek, xort û keç bi Kurdî nizanin biaxivin. Ev ji hêla jîyana civakî û aramî û bi aşîtî da zilmek pir mezîni. Kîtal e, Cînayet e.

-Serokomar li derve, li Elmanya ji bo malbatê Tirkan ra dibêje Asîmîlasyon- dagirkêrî, ji hêla exlaq û mirovatîyê da sûcekî herî mezin e. Zimanê dayîkê wek şîrê dayîkê paqij û helal e. Gello ma Kurd jî ne mirov in. Şîrê dayîkên wan jî ne paqij û helal e?

Em vana bi lêz Dixwazin:

-Em dixwazin Devokên Zimanê Kurdî ji Kurdan ra bibe zimanekî jîyanê.

-Ji himêza dayîkê, ji kreşan hetanî Zanîngehan, hettanî ser tirbê bibe zimanê perwerdê.

-Dewlet Zimanê Kurdî jî ji butça xwe fînansê bike.

-Sazîyên Zimanê Kurdî yên fermî û Xweser çêbibin.

Di Balafir û Balafirgehan, di Otiboz û Otogarên Bajaran da, di nexweşxanan,

Dermanxanan, Postexanan û hemu sazîyên fermî da zimanê Kurdî bi fermî cîh bigre. Bangewazî (Anons) bi Kurdî jî bê kirin.

Dewlet û hûkûmet li derve, yan jî heyetên ji derve tên ra, dibêjin mafê Kurda yên ji hêla ziman û Çandê giş bi cîh anîye. Tu pirsgirêke wan nemaye…

Em wek Platforma Zimanê Kurdî, li himber vê propogandaya vala veya dibêjin:

Belê hinek tişt rast in. Lê pirr kêm û bê bingêh in. Ev jî dibin sedema xapandinek pirr mezin. Bi vî awayî him heyetên derve, him jî Kurd bi tevayî tên xapandin.

Hûkûmetên AKP wek TRT Kurdî, wek hinik dersên hilbijarte, wek beşên ziman li zanîngehan vekirîye. Qaşo qedexebûna ziman ji holê rakirîye. Ji xwe ji berê ve kê li ku derfet bidîtina, qedexebûna axaftinê nasnedikirin û bi zimanê xwe diaxivîn…

Ji ber van hemî kiryaran em vana dipirsin:

1- Gello ji hela qanûnîbûnê, ji hela qanuna da tu bingehên van kiryaran bi fermî,bi yasayî heye, yan na?

2-Îro li Tirkîyê, herî kêm 5 mîlyon zarokên Kurd hene ku li benda fêrbûna zimanê dayîka xwe ne. Ji bo ku Dewlet bi fermî li mekteban, li kreşan zimanê wan zarokan ferî wan bike çend mamoste tayîn kirîye? Çend mekteb û sinif vekirîye?

Em zanin gorî sîstema Perwerdeya vê dewletê ya fermî ji 50 telebî ra Mamosteyek û sinifek dikeve. Em matematîka pirsa xwe çêbikin, wê bersiva me hîn xweş derkeve holê. 5,000,000 telebe / 50 telebe =100,000 Mamoste- Sinif.

Gerek îro ewqas mamoste û sinif li holê amade ba. Le mixabin gorî me ji medyayê bihîsîtye, Dewlet û hukumetê 3 mamoste ji bo Zarokên Kurdan tayîn kirîye. Du ji bona Kurmancî, yek ji bo Kirdkî-Zazakî. Lê mixabin ev mamostana li ku dixebitin ne em, ne zarokên Kurdan û ne 30 mîlyon Kurd zanin…

HABERAZAD: Mamoste, Mazubanên we li himber wan agahî û daxwazên we ji we re çi gotin? Hûn bi çi rewşê peşwazî kirin?

Me bi van sazîyan gişa ra hevdîtin çêkir. Tu kesî ji me ra negot ev mafên xwezayî ne ê we ne. Negotin hûn daxwazeke şaş dikin. Negotin hûn ne mafdar in.

Mirov kare bêje gişê wan, ji rewşa Dewlet û hukûmet îro tê da ye şikayetkirin, sîtemkar in. Ji hêla, dad, maf û Demokrasîyê giş şîkayetkarbûn. Li benda

normalbûna dewlet û hukumetê ne. Gotin gerek em pirsgirêkên xwe tevda bi awakî nermane, bi zimanê aşîtî, bi zimanê aqil û wûjdan çareserbikin.

Dixwazin roke berî pirsgirêkê gel bi tevahî çareser bibin. Ji hêla, Aborî, Demokrasî, mafê mirovan û çandî da pirsgirêken herî mezin çêbûn. Gerek vana giş bi rêyeke eqlî, wûjdanî û aşîtî çareser bibin.

Bi rastî sazî giş bi awakî dostanê pêşwazîya me kirin. Di nav wan da HDPê li du cîhan pêşwazîya me kir. Him li oda gruba xwe, him jî li oda gruba meclîsê. Tevlî her dû hevserok û grubek Wekîlên xwe bi rûmeteke mezin mazûbantîya me kirin.

Hevserok Birêz Sezaî Temellî nîvê axaftina xweyî gruba meclîse li ser rewşa zimanê Kurdî kir. Di hevdîtinê da got ji niha wê da em ê belgê xwe bi dû zimanan, yanî bi Kurdî û Tirkî binivîsin…

HABERAZAD: Di pêşerojê da kar û xebatên we çi hene?

Sedat DOĞAN: Piştî ku em ji Enqerê vegeryan, me li Amedê vê xebata xwe bi firehî dîsa bi medya û televîzyonan ra parvekir.

-Di 21’e Sibatê da ji bo roja zimanê dayîkê emê daxwîyanîyekê bidin medyayê.

-Di 22’e Sibatê da eme li Amed/Sur/Demir Otelê konferanseke berfireh bi kar bînin.

Wê nêzî 150 kesên Zimanzan, Rewşenbîr û di cîvakê da navdar in beşdarê vê konferansê bibin. Em ê di vê Konferansê da him ji bo pêşerojê plansazîyeke nûh derxin hole. Him jî em ê revêbirîyek nûh û berfireh avabikin.

Peyva meyî berdewam û dawîn ev e. Bangavazîya me ya sereke ev e:

Zimanê me hebûna me ye. Zimanê me nasnama me ye. Zimanê me hebe em hene. Em ê him zimanê xwe û him nasnama xwe bi erzanî wenda nekin. Em ê bi serkevin…

HABERAZAD: Mamoste, spas ji bo xebat û wan agahîyen we yê xweş. Serkeftin…

Sedat DOĞAN: Ez sipasdarim, ji bo ku we ev derfet da me. Me xebat û agahî û fikr û ramanên xwe bi we ra û bi gellê me ra parvekir. Serkeftin ji me gişan ra, ji milletê me ra. Rojên xweş nezîk in…

19 Sibat 2020

****

Sedat DOĞAN Kî ye?

Gor qeydê fermî di 1962’yan da li Mêrdînê hatîye dinyê. Ji Lisâ İstanbul Pertevnîyal mezun bû. Îdara îş/ A.Ö.F îş û Fakulta Marmara Ün. terk kir. Li malîyeyâ Stenbul dest bi Memurîyetîye kir. 1989. ji sedema leşkerye ji Memurîyetîyê mûstefî hat qebûlkirin.

Ji ber bûyerên her kes dizane Gundê wî xerabû bi malbata xwe ra koçberbû. Cotkarî, karê komirê dara kir. Esnafî kir. Reklam ajansi û pîrtukxanak vekir. Ji ber krîzê ew jî girt. 2004an da dîsa koçberê Amedê bû. Li şirkêtan vazîfê muhasebe- satin alma- memûrê îdarî bi cîh anî. 2017an da ji DEDAŞ’e teqawud bû.

Ji 2004an û hetanî qeyim avêtina Mezlumderê li Şaxa Amedê di Rêvebiryê da xizmeta xebata parastina mafê mirovan kir. Niha jî Endamê Komela İnsîyatîfa Heq e. Di 2012an di avakirina Hereketa Azadî da paşê jî Serokatîya Hereketa Azadî da cîh girt. Di 2017an da di avakirina Partîya însan û Azadî (PİA) da cîh girt.Endamê Platforma Zımanê Kûrdîyı.

Helbestvan û Nivîskar e. Di gellek sîtê înternetan û rojnamê herêmî û Kovaran da helbest û nivîsê wî tê parvekirin. Helbestên wî xelat sitendin.

Di Haberdîyarbakir, Hûrbakiş, Ufkumuz, Sendeyaz. edebîyat.com’da nivîsî. Niha di Haberazad.com da dinivîse. Li ser mijarên girîng û Cuda 4 pirtûk û helbestên wî li benda çapê ye.

Du Pirtukên wî yên bi Tirkî, di Weşanxana Yönelîşê (Yönelîş yayinlari) da hatîye çapkirin. 1-Barişin ve Savaşin Anahtari Kürt Sorunu (680 syf- Fîkîr- Makale).2-Büyükler îçîn Kart-Kurt-Kürt Masallari(350 syf- Yaşanmiş hîkayeler)

Zewicîye. Bave 6 zarokan e.( 3 sax in, 3 çûne ser dilovanîya Xwedê).

Etiketler : , ,

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.