1. HABERLER

  2. SÖYLEŞİ

  3. Hevserokê HDPê bo Rûdaw: Demirtaş di gera duyem de dê bibe serokomar
Hevserokê HDPê bo Rûdaw: Demirtaş di gera duyem de dê bibe serokomar

Hevserokê HDPê bo Rûdaw: Demirtaş di gera duyem de dê bibe serokomar

Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk Gelan (HDP) eşkere kir, ku eger hilbijartin di rewşeke asayî de çêbibin ti metirsiya partiya wan nîne ku di bin benda %10 de bimînin û diyar kir, ku bendên li pêşiya HDPê tenê ne bendên hilbijartinê ne.

A+A-

Temelli diyar kir, ku hemû partiyên Kurdistanî li ser bingehên siyasî, civakî û rasteqîn hevpeymanek ava kirine û hevdîtinên bi partiyên Kurdistanî re bûye bersiveke baş ji bo hevpeymaniyên din.Herwiha da xuyakirin, ku HDPê himêza xwe bi hêzên demokratîk û kedkar ên Tirkiyê re jî vekiriye.

 

Derbarê namzedê HDPê yê serokomariyê Selahattîn Demirtaş de Temelli careke din daxwaza berdana wî kir û diyar kir ku ew bawer dike dê Demirtaş bimîne gera duyem û eger bimîne dê teqez serbikeve.

 

Hevserokê HDPê di vê hevpeyvînê de li ser hilbijartinên 24ê Hezîranê, siyaseta partiya xwe û geşedanên di rojevê de bersiv da pirsên Rûdawê.

 

Dema em li hilbijartinên 24ê Hezîranê dinêrin xuyaye ku partiyên Tirkiyê bi navê Hevpeymaniya Cumhur û Hevpeymaniya Millet du hevpeymanî ava kirine. Lê HDP li derveyî van hevpeymaniyan ma. Nirxandina we li ser vê mijarê çi ye ? Weke HDP we dixwast di nava Hevpeymaniya Millet de cihê xwe bigrin ?

 

Em bi taybetî bi salane li dijî bendên hilbijartinan derdiketin. Li ser vê mijarê me gelek pêşniyazên yasayî radestî parlementoyê kirine. Me daxwaza guhertinan kiriye. Me got bila benda hilbijartinan werin rakirin, ji ber ku li Tirkiyê bend ya rastî li pêşiya demokrasiyê hatine danan. Benda heyî nûnertiyê ji holê radike û bend encameke polîkayên Tirkiyê ya li dijî Kurdan e. Di serî de Ji bo ku nûnertiya Kurdan û pêkhateyên din were kirin lazim e benda hilbijartinan were rakirin. Niha jî em dibînin ku ji bo hilbijartinên 24ê Hezîranê dîsa bend li dijî demokrasiya Tirkiyê, li dijî gelê Kurd û li dijî HDPê tê bikaranîn. Ji bo rakirina vê bendê hevpeymaniya “ bê bend” dikare bibe rêyek. Me berê jî pêşniyazên bi vî awayî kiribûn. Lê weke xuyaye, aliyên ku ji bo avakirina Hevpeymaniya Millet hatine cem hev, bêyî nêrîna HDPê bistînin, karekî wisa encam dan. Di encamê de bend îro tenê ji HDPê re heye. Lê HDP xwedî wê hêzê ye ku ji bendê derbas bibe.

 

Eger HDP di bin bendê de bimîne, hevpeymana hatiye kirin jî bê wate dibe. Weke ku birêz Perwîn Buldan jî dibêje di rewşeke wiha de Ak Partî nêzîkî 60- 70 parlementeran bidest dixe. Li gorî dîtina we pirsgirêka HDPê ya derbaskirina bendê heye ? Ji bo ku hûn ji bendê derbas bibin hûn ê çi bikin?

 

Ya rastî dema em li ser bingeha % 13 anko li gorî encamên hilbijartinên 7ê Hezîranê li meselê binêrin; me di wan hilbijartinan de 80 parlementer bi destxistin, eger em ji benda % 10 derbas nebin ji wan kursiyan 76 dê rasterast ji bo Hevpeymaniya Cumhur biçin. Wê ji bo AKPê biçin. Di rewşeke wisa de êdî Hevpeymaniya Millet li parlementoyê nabe piranî û li hember Hevpeymaniya Cumhur biserbikeve. Hetta metirsiyeke din jî heye ku ew jî dikare ji bo Hevpeymaniya Cumhur bibe derfet û rêjeya 401 parlementeran derbas bike û ew jî rê dide ku Destûra Bingehîn bêyî referandumê were guhertin. Ev yek ji bo demokarsiya Tirkiyê mketirsiyeke mezin e. Çima ? Ji ber ku em îro dibînin ka serokatiya bi partî çawa dikare vegere sîstemeke dîktatorî. Eger HDP ji bendê derbas bibe û zêdeyî ji % 13 dengan bistîne wê demê pêşî li vê dîktatoriyê jî tê girtin. Ji bo me metirsiya derbasnekirina bendê heye ? Ya rastî eger em di rewşeke asayî de biçin hilbijartinê ti metirsiyeke wiha nîne. Lê weke hûn dizanin bendên li pêşiya HDPê tenê ne bendên hilbijartinê ne. Li dijî HDPê dijatiyek heye ku bi hêzên ewlehiyê, asayîşê, serbazan, bi destê waliyan û bi riya medyayê dixwazin bendan li pêşiya HDPê giran bikin û HDPê reş bikin. Bi hinceta ewlehiyê zordarî li ser sindoqên HDPê tê meşandin. Di serî de bi destê waliyan rê û rêbaz tên meşandin ku rê li pêşiya gel were girtin da ku neçin ser sindoqan. Lazim e ev metirsî tev de baş werin nirxandin. Eger di rewşeke asayî de hilbijartinek hatiba kirin bêgoman ti metirsiyên wiha jî nedibûn. Lê em niha hemû egerên metirsiyan dinirxînin û xebatên xwe ji bo derbaskirina bendê dikin.

 

HDP li dervey hevpeymanan ma û hûn ji bo derbaskirina bendê xebatan dikin. Ji bo vê yekê jî li rojavayê Tirkiyê bi aliyên demokratîk re, li Bakurê Kurdistanê jî bi partiyên Kurdistanî re hevdîtinên we hene. Ji ber alîgirên we nexwast we bi Huda-Parê re deriyê xwe venekir. Hevdîtinên we yên bi partiyên din ên Kurdistanî re gehiştine çi astê?

 

Hevdîtinên me berdewam in. Gelek serdanên erênî çêbûn. Ya rast hêza bingehîn a HDPê ji vir derdikeve holê. Hemû partiyên Kurdistanî li ser bingehên siyasî, civakî û rasteqîn hevpeymanek ava kirin. Hevdîtinên me yên bi partiyên Kurdistanî re bûye bersiveke baş ji bo Hevpeymaniya Cumhur û Hevpeymaniya Millet. Li rojava jî hêzên demokratîk û hêzên kedkar hatin ba hev û li vir jî HDPê ji gelên Tirkiyê re gotibû, “hûn ne bi tenê ne” wan jî ev tênetiya bi rûmet anîne ziman û tekoşîn mezin kirin. Hevpeymana herî bi watedar ev e. Anku li Kurdistanê hatina ba hev ya partiyên Kurdistanî, li rojava li metroplan jî hatina ba hev a hêzên ked û demokrasiyê, bûye bersiveke bi hêz ji bo hişmendiya bendxwaz.

 

HDPê karnameya xwe ya ji hilbijartinan eşkere kir. We di karnemaye xwe de got, “em ê girtîgehan û çiyayan vala bikin” hûn ê vê yekê çawa bikin ?

 

Vaye hêza bernameya me jî ji vir tê. Bernameya ku dê li Tirkiyê hemû astengan çareser bike û dê sîstema dîktatorî û takekesî rawestîne, bernameya HDPê ye. Ji ber ku bernameya HDPê hêza xwe ji têgeheştina demokrasiyê distîne. Dema ku Tirkiyê kêşeya xwe ya demokrasiyê çarese bike, dê kêşeya Kurdan jî çareser bike. Çareseriya pirsa Kurdan bi çareserkirina kêşeya demokrasiyê ve girêdayî ye. Gelek girîng e ku ev her du mijar bi hev re werin nirxandin. Eger em bixwazin aştiyeke bi rûmet pêkwere, eger em bixwazin li vî welatî demokrasî were bicih kirin, divêya bû ku em bi bernameyeke li gorî vê yekê derketibana pêşiya gel. Çawa ku em 7ê Hezîranê wisa derketin, di rewşa îro de jî me bernameya xwe hinekî bi hêz kir û em derketin pêşiya gelê xwe. Mijara valakirina girtîgehan û çiyayan, rawestandina şer û aloziyan jî tenê û bi têne bi bernameyeke evqas bi hêz a demokratîk û bi çareserkirina pirsgireka Kurd gengaz dibe. Desthilata îro ev yek nekiriye. Derfetên ketine destê xwe jî dorandine. Bi zihniyeta xwe ya şerxwaz û bi polîtikayên şerî dixwaze bigehe encamê. Polîtîkayên xwe yên ewlehiyê bi tepeserkirina mafên gelê Kurd sepandiye. Riya çareseriyê ew e, ku em li ser bingeha hemwelatîbûna wekhev, di sîstemeke parlemeneteriyê de rêveberiyên heremî bi hêz bikin. Em dikarin li ser bingeha hemwelatîbûna wekhev ku hemû netewe xwedî mafên wekhev bin, li ser welatekî hevpar komareke demokratîk ava bikin. Armanca HDPê ev e.

 

HDPê heta niha ji bo çareseriya pirsa Kurd pêşniyaza “Xweseriya Demokratîk” dikir û ev mijar di bernameya partiyê de jî heye. Lê di karnemeya hilbijartinên de ev xal cih negirt û nîqaşên cuda jî derketin. Çima ev daxwaz di karnameya hilbijartinan de nehate destnîşankirin?

 

Me bernamaya xwe wisa amade kiriye ku gelek ji pirsa xweseriya demokratîk berfirehtir e. Em dibêjin bila sîstem bi demokrasiya heremî were bi hêz kirin. Dema em dibêjin “demokrasiya heremî” ev yek hem xweseriya demokratîk hem jî sererastkirina heremî jî vedigire. Sîstema berê bi awayekî dixwaze sîstemê û tegehiştina şaredariyan bixe bin kontrola navendê. Em dikarin bêjin hindek şaredariyan weke baskên navendê kar dikirin. Em dixwazin modelekê wisa ya demokrasiya heremî ava bikin ku hemû ev mesele werin çareser kirin û rêveberiyên heremî zêdetir xwedî desthilat bin, bikarin meclisên xwe ava bikin û siyaseta heremî zêdetir bibe xwedî desthilat. Meseleya xweseriya demokratîk hem di nav çapemeniyê de hem lî platformên din tê nîqaş kirin. Ma HDPê pişta xwe da daxwaza xweseriya demokratîk? Nexêr! Lê ji xweseriya demokratîk zêdetir, meseleya ku em dibêjin “çareseriya demokratîk“ dikare ji bo hemû deverên Tirkiyê bibe çareserî. Ji ber ku ne tenê li Kurdistanê, li rojava jî êdî xelk dixwaze ji kontorola Enqerê anku navendê rizgar bibe. Me bernameya xwe ji bo tevahiya Tirkiyê, ji bo hemû gelên Tirkiyê amade kiriye da ku bibe çareser û em îdîa dikin bernameya herî bi hêz a HDPê ye.

 

Rexneyeke din di derbarê karnemeya we de jî ew e ku tê gotin hûn tenê li ser meseleyên navxweyî yên Tirkiyê disekînin û di derbarê meseleyên li derveyî Tirkiyê ti planên çareseriyê nînin. Weke mînak eger birêz Demirtaş bibe serokomar; peywediyên Tirkiyê dê bi Herêma Kurdistanê re, bi Rusyayê, Amerîkayê, bi NATO yê re dê çawa bin? Proseya bi Yeketiya Ewropayê re dê çawa were meşandin? Polîtikayên we yên derve dê çi bin?

 

Ya rastî di karnemeya me de heye. Hûn nikarin meseleyên Tirkiyê tenê di nava Tirkiyê de çareser bikin. Di rastiyê de çareserkirina pirsên navxwe yên Tirkiyê çareserkirine pirsên Rojhilata Navîn e, çareserkirina pirsa Yeketiya Ewropayê ye. Yan jî berejavî, eger ji bo çareserkirina hemû kêşeyan polîkayên we yên rasteqîn û piralî nebe; bi çareseriyên lokalî hûn nikarin bigehin ti encaman. Çareserkirina meseleya demokrasiya Tirkiyê bi nêzîkbûna meseleyên li Rojhilita Navîn ve peywendîdar e. Binêrin! Deshilata AKPê ya ku îro polîkayên şerî dimeşîne, bi dijminatiya xwe ya li hember Kurdan tenê Cizîr û Surê û Silopiyê wêran nake, tenê Şirnexê wêran nake, Efrînê jî wêran dike, planên êrişan ji bo Rojava amade dike. Li dijî referanduma Kurdistana Iraqê derdikeve. Wate ev hişmendiya şerxwaz Rojhilata Navîn jî dixe nav agir de. Çima? Ji ber ku em dibînin li vir dijminatiya gelê Kurd tê kirin. Gelo çima evqas dijminê gelê Kurd e? Ji ber ku dixwaze ji bo berdewamiya desthilata xwe, pişta xwe bide polîtikayên nehezî yên netewperestane. Ji bo ev polîkayên netewperest werin tinekirin, divê polîkayên li ser hîmê aştiyê hatine ava kirin, werin peyrewkirin. Divê tekoşîna aştiyê bê kirin û ev jî tenê nabe di nav sînorên Tirkiyê de bimîne, divê rojava jî lixwe vebigre, Efrînê jî vegire, Suriye û Iraq û Îran jî di vê çarçevê de bin. Îro bazirganiya li gel Rusya, îranê yan jî ya li gel Ewropayê re tev de ji bo berdewamkirina van polîkayên şerxwazî in. Em dixwazin vê rewşê berejavî bikin. Belê Rusya jî îran jî cîranên me ne. Lê danûnstinên me yên bi wan re û siyaseta me ya derve pêwîste li ser bingehê aştiyê be. Pêwîste ji bo kêşeyên Rojhilata Navîn çareserî werin peyda kirin. Eger hûn bixwazin meseleyên li Rojhilata Navîn çareser bikin divê hûn li çar parçeyên Kurdistanê gelê Kurd li berbiçav bigrin. Divê bingehê siyaseta we ev be. Ev yeke rastiyeke erdnigarî û dîrokî û çandî ye.

 

Namzedê we yê serokomariyê û di heman demê de hevserokê berê yê partiya we birêz Selehedîn Demirtaş niha girtiye. Hûn ê kempîneke çawa bimeşînin? Peyamên Demirtaş dê çawa bigihe gel?

 

Berî her tiştî divê birêz Selehedîn Demirtaş were berdan. Ji ber ku ji bo girtina wî ti egereke mafdar nîne. Weke hûn jî dizanin bi fezlekeyên ku bi destê dozgerên FETOyî hatine amade kirin, niha girtiye. Hilbijartin û kempîn nebin jî divê were berdan. Li aliyê din ji bo di kempînê de bikare di şertên wekhev de rêkberiyê bike divê demildest were berdan. Eger neyê berdan jî dê li gorî derfetên girtîgehê peyama xwe bigehîne. Lê weke ku wî jî di nameya xwe de behs kiribû û em jî kar dikin ji bo ku di dema bangeşeyan de gotinên Selehedîn Demirtaş bigihe bi milyonan kesan. Me rêkxistineke wisa ya xebatên hilbijartinan heye. Bi nameyan, bi kartan, bi dîmenên wî yên kurt, bi gotarên wî yên berê, gotinên Demirtaş yên di vê proseyê de dê ciwan, jin , kedkar li kargehên xwe, li malên xwe li taxên xwe bigihinîn herkesê. Em dê kempîneke balkêş bimeşînin. Ji ber ku hûn dizanin televizyon li Tirkiyê cih nadin, rojname nabînin, desthilata AKPê hemû ev der dorpêç kirine. Ji bo ku ev dorpêçe were şikandin lazim e her kes xwe weke berpirsiyar bibîne û bibe beşeke vê bangeşeyê . Em ê biserbikevin!

 

Namzedên din yên serokomariyê, birêz Înce, birêz Akşener û birêz Karamollaoglu daxwaza serbestberdana birêz Demirtaş kirin. Li aliyê din bi taybetî meseleya zimanê dayîkê û li ser çend mijarên di derbarê Kurdan de jî peyam hatine belav kirin. Hûn van peyaman çawa dinirxînin?

 

Ez bi erênî dibînim. Hêvîdar im ku gotinên wan tenê ji bo serdema hilbijartinan nebin û tenê di xizmeta bangeşeyan de nebin. Hêvî dikim ku dilsoz bin û di heman demê de şopînerên gotinên xwe bin. Em dibêjin heta hûn li vî welatî kêşeya Kurdan çareser nekin, hûn nikarin pirsgirêkên demokrasiyê çareser bikin. Ji bo çareserkirina pirsa Kurd divê kêşeyên gelê Kurd li her çar parçeyan li ser zemîneke hevpar were çareserkirin. Divê hûn bi hev re siyasetê biafirînin. Pêwîste çalakiyên we yên hevpar li ser bingeha hemwelatibûna wekhev hebin. Dema em behsa komara demokratîk dikin, em behsa civakeke demokratîk, neteweyeke demokratîk dikin. Hevdîtinên li ser vê bingehê gelek girîng in. Ya rastî pêngava di derbarê zimanê dayîkê de gelek girîng e. Li ser vê meselê ji bo çareseriyê bi awayeke dilsoz û li ser zemîneke hevpar dê pêngav werin avêtin. Binêrin îro Tirkiye bi destê qeyûman tê birêvebirin. Herêmeke berfireh di bin zordestiya qeyûman de ye. Vîna gel hatiye tepeser kirin. Niha ji bo çareseriya van meseleyan hemûyan derfeteke baş hatiye pêşiya Tirkiyê. Eger namzedên din ên oposizyonê, serokên din ên oposizyonê li ser vê meselê dilsoz bin, divê di bernameyên xwe de cih bidin û divê gel piştrast bikin ku dê polîkayên wan ên bi vî şeklî berdewam in.

 

Di hilbijartinên serokomariyê de hûn encameke çawa pêşbînî dikin? Birêz Demirtaş were hilbijartin dê giringiyên wî li ser çi be? Yekem karên wî dê çi bin?

 

Em di gera yekem de hem ji aliyê bername ve hem jî ji aliyê çareseriya demokrasiyê ve namzedê xwe weke namzedê herî bihêz dibînîn û em dê kempîneke têr û tijî bimeşînin ku namzedê me bigihe gera duyem. Baweriya me heye ku namzedê me dê ji bo gera duyem bimîne. Bernameya me ji bo namzedên din jî weke rêberêkê ye, nexşerêyekê ye. Ji ber wê gelek girîng e ku Demirtaş weke namzet ji bo gera duyem bimîne. Birêz Demirtaş eger bimîne gera duyem û dê bimîne jî teqez dê were hilbijartin. Bila gumana ti kesî li vê yekê nebe. Ji ber ku; Demirtaş bi bernameyekê wisa tê ku li Tirkiyê hemû aliyan bixwe vedigre. Ew naxwaze bi erkên serokomariyê, desthilateke takekesî bidomîne. Armanca wî ew e ku van erkan radestî parlementoyê bike. Ew tê da ku bi bernameya xwe, rewşa heyî veguhêze qonaxeke din. Anku ew xalên ku me demek beriya niha behs dikir; ew tê da ku gavên wisa biavêje ku sistema HDPê ya parlementeriya bi demokrasiya herêmî hatiye bihêzkirin, piralî û damezrandina sîstema komara demokratîk were ava kirin. Li vir xalên herî giring peymanameyeke nû ya civakî ye, Destûreke Bingehîn a nû ye, taybetiyeke giring a bernameya me ya veguhastina qonaxê jî dê li ser bingeha çêkirina destûreke bingehîn a nû be ku ti kes li derve nemîne hiştin û ti kes neyê jibîrkirin. Demirtaş bi vê îdayê tê.

 

Eger birêz Demiştaş were hilbijartin hûnê careke din vegerin sîstema parlementeriyê?

 

Belê! Lê sîstemeke wisa nabe ku sîstema parlementeriya berê were dubare kirin. Tegehên sîstema parlementeriya berê ku tenê berjewendiyê hinek aliyan dide pêş û destdatîne ser îradeyê dê were helweşandin. Em ê li ser bingehê hemwelatîbûna wekhev û demokrasiyeke heremî vê yekê bicih bikin.

 

Eger hilbijartin di gera yekem de negihe encaman û di gera duyem de jî li hemberî birêz Erdoxan birêz Demîrtaş dernekeve, û birêz Akşener an birêz Înce derbikeve, dê helwesta HDPê çi be?

 

Gotinên min yên beriya niha helwesta me nîşan didin. Bernamaye me weke nexşerêyekê ye û rêber e. Bernameya me ji bo hemû namzatan rehber e. Bernameya hevgehiştineke mezin e. Bernameyeke veguhêz e. Ew namzedên ku vê bernamê didin pêşiya xwe dikarin gelan bînin cem hev û vê takekesiyê bihelweşînin. Eger Demirtaş nemîne û namzetekî din bimîne, li gorî helwesta wî ya li hember bernamaye me û parastina bernameya xwe, ya rastî dibe ku rizamendiya gelan bidest bixe. Eger vê rastiyê nebînin kes nikare xelkê bi darêzorê bibe ser sindoqan û dengan bistîne. Ji ber ku bîrû baweriya mirovên me, gelên me bihêz e. Raborî tê bîra wan. Eger dema rûbirûbûna dîrokî hatibe û ezmûn ji xeletiyên berê hatibin vergirtin wê demê dê herkes bersiyariyên xwe bicih bîne. Na eger çi ezmûnek ji xeletiyên berê ne hatibe wergirtin, bêguman aliyên ku hêj Kurdan piştçav dikin û pirsa Kurd çareser nakin, aliyên ku desthilateke bi van kêşeyan xeyal dikin, serkevtî nabin.

 

Ji bo namzetiniya serokomariyê meseleya namzedê hevbeş jî hatibû rojevê, navê serokomarê berê birêz Abdulah Gul hatibû rojevê. Gelo HDP bi germî pêşwaziya Birêz Gul dikir?

 

Li ser vê meselê ti hevdîtin çênebûn. Pêşwaziya me ya ji birêz Gul yan jî ji bo namzetekî din jî li gorî bernameya namzeta ne. Ji bo ku em bi germî pêşwaziya birêz Gul bikin pêwîst dikir ku em gotinên wî bibîhîsin. Ji xwe birêz Gul jî tiştek negot. Di derbarê namzetên niha de jî wisa ye. Derbarê birêz Înce de jî heman tişt heye. Birêz Înce serdana girtîgeha Edîrneyê kir, çû Colemêrgê, mîtîngek kir, ev hemû jî pêngavên erênî ne. Lê tenê bi seredan û mitîngan nabe. Divê li holê bernameyek hebe. Hûn ê çi bikin? Ji bo çareserkirina vê meselê we bernameyeke çawa heye? Hûn ê çawa bigehin ser binesaziyeke hevpar? Hûn ji gelê Kurd re çi dibêjin? Hûn ji gelan re çi dibêjin? Ji ber wê, dema ev îrade derkete holê em dikarin li ser şirîkatiyê biaxivin. Niha em tenê mitîngan dibînin, seredanê dibînin lê em hê jî bernameyan nabînin. HDPê bernameyek pêşkeş kiriye, tenê ne bernameya xwe, lê bernameya çareseriya kêşeyên bi salan pêşkeş kir, bernameya wê yekê ka gelo dê gelên Tirkiyê, kedkar, jin , ciwan çawa bi hev re bimeşin û keşeyên bi salan çawa çareser bikin. Ya rastî niha ev bername diaxive. Nazmetê me yê serokomariyê behsa vê bernameyê dike, em jî behsa vê bernamê dikin. Ew dê bersiveke bidin vê bernameya me, ew dê di bernameyên xwe de behsa çi bikin, em hemû dê di vê proseyê de bibînin ka em dikarin li ser binesaziyeke hevpar bibin şirîk yan ne . Encamên şêwaza vê proseyê dê çarenivîsa gera duyem jî eşkere bike.

 

Serokê Giştî yê MHPê Bahçelî efûya giştî anî rojevê, hikumet dibêje di rojeve me de mijareke wisa tine lê wî ji bo ku efû bibin navê hindek serokên mafyayê jî bilêv kir. Yek ji wan kesan jî gef li birêz Demirtaş xwaribû. Hûn nîqaşên di derbarê efûya giştî de çawa dibînin?

 

Ji bo qurbanên qederê efûyê dixwazin. Daxwaza efûyê ji bo “qrubanên qederê” nîqaşeke cuda ye. Car caran dikeve rojeva Tirkiyê, meseleya efûyê tê nîqaş kirin. Di rojeva me de nîqaşeke wisa tine. Di rojeva me de ew heye ku li girtîgehan girtiyên siyasî û bi hezaran hevalên me yên ku dixwazin li qada siyasetê hebûna xwe diyar bikin serbest werin berdan. Ev hevalên me neku ji ber sucdariyan hatine girtin, ew di dema tekoşîna siyaseteke demokratîk de hatin girtin. Binêrin hevalên me yên kempînan birêve dibin tên girtin û dixin girtîgehan. Li holê ti îdaname nînin. Bi mehan bi înfazeke bêyî daraz tên girtin. Lê nayê eşkere kirin ka gelo ew çima evqas di hundir de hatine hiştin. Heta namzedê me yê serokomariyê birêz Demirtaş zêdetirî 18 meh in di hundir de ye lê heta niha bersiveke bi wate nadin me ka çima di hundir de ye. Weke ku min got, daxwaza birêz Bahçelî ya derbarê efûyê de yek ji wan mijaran e ku car caran tê rojeva Tirkiyê, ew ê were bîra we jî di dema xwe de efûya Rahşan Xanimê hebû gotinên niha jî weke yên wê demê ne. Em xwedî nêrîneke wisa nînin. Rojeva me li ser girtiyên siyasî ye ku bêsûç hatine girtin.

 

Ji bo tişta li Efrînê çûbûye li deverên din çênebe divê kurd çi bikin?

 

Rewşa li Efrînê divê demildest were bi dawî kirin. Efrîn ya efrîniya ne. Ew kesên ji Efrînê derketine herkes û gelê kurd divê vegerin ser mal û milkên xwe. Ev çeteyên bermayiyên DAIŞê divê demildest ji wir werin derxistin. Ji bo vê jî 24ê Hezîranê gelek girîng e. Ev tiştên ku li Efrînê rûdane ji bo ku li Rojava rû nedin, ji bo ku li Kurdistana Iraqê rû nedin, ji bo ku tiştên li Kerkukê çêbûne dubare nebin, divê di destpêkê de gelê Kurd bi hev re tevbigere. Ev weke pêwîstiyeke hestiyarî heman demê êdî pêwistiyeke siyasî ye jî. Êdî divê Kurd werin cem hev, bibin hevpar. Li her çar erdnigariyên Kurd lê dijîn lazim e ku li hember hişmendiyên şerxwaz û êrîşker û dagirker bibin yek û helwesteke hevpar nîşan bidin. Pêngava yekem dibê ev be. Êdî dema vê yekê hatiye. Hewlên yeketiya netewî di vê mijarê de gellek girîng in. Heta ku tekoşîna hevpar a gelê Kurd rastî nebe metirsiyên bi vî şeklî dê herdem hebin. Eger îro bê xwastin pêşiya êrişeke li ser rojava were girtin, ji her çar parçeyên gelê Kurd divê îradeya xwe bi zelalî aşkere bike.(rudaw)

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.