1. HABERLER

  2. POLİTİKA

  3. Hevserokên nû yên DBPê hatin hilbijartin
Hevserokên nû yên DBPê hatin hilbijartin

Hevserokên nû yên DBPê hatin hilbijartin

Di 4emîn Kongreya Awarte ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) de Sebahat Tuncel û Mehmet Aslan wek hevserokên nû hatin hilbijartin.

A+A-

DBPê 4emîn kongreya xwe ya awarte li Enqereyê li Otela Neva Palasê li dar xist. Di kongreyê de piştî axaftinên destpêkê û mêvanan, raportên malî, xebat hatin xwendin derbasî rojeva hilbijartinê bûn. Di kongreyê de 141 deleqeyî deng bi kar anî û Hevseroken Giştî yên DBPê Sebahat Tuncel û Mehmet Aslanê ku heta kongreyê peywira alîkariya hevseroktiyê dikir, bûne hevserokên nû yên DBPê.

Hilbijartin bi yek lîsteyê pêk hat. 40 kes bûne endamên Meclisa Partiyê. Navên kesê hatine hilbijartin wiha ne: "A.Hîlmî Azîzlîoglu, Abdulbarî Karaagaç, Adnan Sari, Ahmet Eken, Aliye Kizildamar, Ayşe Çelîkbîlek, Bariş Oflas, Berat Bîrtek, Celal Yoldaş, Cemal Çaliş, Çîmen Alturk, Ecevît Odabaşi, Erol Demîrhan, Fîkriye Aytîn, Gurbet Çakir, Gulum Bayram, Hacer Ozdemîr, Alev Keklîk, Halîde Turkoglu, Hasan Vural, Hediye Kilinç, Mehmet Şîrîn Tunç, Meryem Yildiz, Rasîm Çelîk, Riza Bîlgîç, Sayin Îpekten, Sedat Çayci, Seher Tumer, Selma Surer, Semîre Kurt, Sevîm Adsoy, Şehzade Kurt, Şîrîn Altay, Teyfîk Kaçar, Turabî Şen, Turkan Esen, Ulku Baydaş, Zekî Baran, Zeynel Mat û Zuhal Tekîner."

Herwiha ji bo endamtiya Lijneya Dîsîplîna Navendî jî Mehmet Nurî Ozmen, Gulistan Ensarîoglu, Hasan Dogan, Sevîm Dursun, Huseyîn Altun, Lutfiye Gurbuz û Ruken Yilmaz hatin hilbijartin.

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.